Wan xebatên xwe yên mîtîngê bi dawî kirin 2024-10-12 11:45:14     Oznûr Deger   WAN - Li Wanê amadekariya "Mîtînga Azadiyê" bi dawî bû. Dê bi hezaran kes ber bi Amedê ve ji bo azadiyê bi rêkevin.    "Mîtînga Azadiyê" ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) wê sibê li Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê li hev dicivin." tê lidarxistin. Kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka kurd re" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 welatên cîhanê dest pê kir hêj jî bi çalakiyên cuda didomin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiyên cuda tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de sibê jî li Amedê "Mîtînga Azadiyê" tê lidarxistin.     Mîtînga ku tê payîn bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdar bibin, wê saet di 13.00 de li Qada Îstasyonê dest pê bike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica weke axaftvan dê beşdarî mîtîngê bibin.   Tê payîn ku bi hezaran kes ji Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û gelek bajarên din tevlî mîtîngê bibin.   Her wiha li Wanê bi rojan e xebat tên meşandin. Xebatên ku li Wanê bi pêşengiya DEM Partî, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên sivîl ve tên meşandin.    Navçeyên Elbak, Şax, Miks û Payîzava dê li navçeya Westanê, Erdîş, Bêgir, Ebex, Qelqelî û navçeyên navendî jî li Wanê bibin yek. Her wiha her du bask dê li Tetwana Bedlîsê bi girseya Bedlîsê re bibin yek û ber bi Amedê ve bi rêkevin.    Her wiha hat diyar kirin ku parêzer, hevşaredar, parlamenter, rêveberên partiyan û nûnerên saziyan ne bi maşîneyên taybet dê bi otobûsan bi girseyê re bên mîtîngê.