Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn 2024-10-12 12:29:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha rejîma Îranê 3 meh ceza li mamosteya zimanê kurdî Sewsen Hesen Zadeî birî.    Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, di 10’ê Cotmehê de şaxa Dadgeha Bokan, 3 meh cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Sewsen Hesen Zadeî ya xelkê Bokanê, biriye.   Hat zanîn ku ceza bi hêceta "Propagandaya dijî dewletê" hatiye dayîn. Hêjayî gotinê ye mamoste Sewsen 17 sal in li Bokan û gundên derdora wê mamostetiya zimanê kurdî dike. Di salên borî de gelek caran ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê hêzên rejîmê ve ketiye ber lêpirsînê.