Xwestin girtiya nexweş Hatîce Onaran serbest bê berdan 2024-10-12 15:24:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin de daxwaza berdana girtiya nexweş Hatîce Onaran hat kirin.    Li Enqere û Stenbolê, di çalakiyên hatin lidarxistin de li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Hatîce Onaran hat rawestandin û banga berdana Hatîceyê hat kirin.    Stenbol    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 655'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyogluyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran a ku di 10'ê Cotmehê de bi hinceta ku pere ji girtiyan re şandiye hat girtin. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Girtiyê nexweş Zerdeş Oduncu serbest bê berdan" hatin vekirin û dirûşmên "Girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" hain berzkirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.   Daxuyaniya vê heftê ji hêla Cengîz Çîçek ve hat dayîn. Çengîz di daxuyaniyê de bal kişand ser îhlalkirina mafê girtiyan û got: "Hatîce Onaran 2 roj beriya niha hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Hatîce Onaran 60 salî ye, nexweş e û ji sedî 79 rapora wê ya astengdariyê heye. Komîsyona me û parêzvanên mafên mirovan ji bo Hatîce Onaran sûdê ji mafê tenduristiyê bigire di nav têkoşînê de nin. Ji bo Hatîce Onaran teşhîsa penceşêra rûvî hat dayîn. Divê muayene bibe, tomografî bê kişandin û lêkolîneke biyokimyewî bê kirin. Lê niha ne diyar e ku dê ji bo Hatîce Onaran çi bikin. Her wiha ji ber nexweşiyê jî divê derdora wê paqijbe û xwarina wê taybet be. Lê li girtîgehê rewşek wisa nîne. Divê Hatîce Onaran serbest bê berdan û bê tedawîkirin. sordu.   Enqere    Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Hatîce Onaran di hefteya 527'emîn de li Kolana Sakarya ya navçeya Kizilay a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de, Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici bal kişand ser rewşa Hatîce Onaran. Farûk Yazici çîroka Hatîce Onaran xwend û xwest demildest bê berdan.