Gulcan Kaçmaz: Li dijî tecrîdê berxwedana 26 salan heye 2024-10-13 09:03:27     Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş   WAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê polîtîkayên tecrîdê yên li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û da zanîn ku 26 sale pergala tecrîdê gav bi gav tê pêşxistin û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Li wir berxwedanek heye. Divê ev bê dîtin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê girtin 43 mehe tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û aliyên civakê kiriye.Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin.       Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît polîtîkayên tecrîdê nirxand.   ‘Em bi hiqûqa dijminahiyê re rû bi rû ne’   Gulcanê salvegera komploya 9’ê Cotmehê bibîrxist û got: “26 sale tecrîd li ser Abdullah Ocalan heye. 43 mehe tu agahî jê nayê girtin. Nahêlin bi derve re têkiliyê deyne. Heta girtiyên din yên li Îmraliyê tevî cezayên xwe temam kirine, nayên tahliyekirin. Em bi hiqûqeke dijmin ya wisa re rû bi rû ne.”   ‘Berxwedana 26 salan’   Gulcanê bi lêv kir ku tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de pêk tê li hember Gelê Kurd tê meşandin û wiha vegot: “Li dijî hemû gelên aştî, wekhevî azadiyê dixwazin peyamek heye. Di her qada jiyana me de tecrîd pêk tê. Bandor li ser jiyana me dike. 26 sale ev pergal gav bi gav tê meşandin. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Li wir berxwedanek heye. Divê ev bê dîtin.”   ‘Îmzeya ku ATK’ê avêtiye ji bo mirina hevalên me hatiye avêtin’   Gulcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan daxwaza aştiyê dike. Ev daxwazek di cih de ye. Lê hiqûqek dijminwarî tê meşandin. Agahî jê nayê girtin. Tecrîdê bandor li ser hemû civakê û girtîgehan kiriye. Li girtîgehan her roj hevalên me jiyana xwe ji dest didin. Demek nêz de Abdulkadîr Kuday jiyana xwe ji dest da. ATK bi biryara dide girtiyan bernadin. ATK berpirsê mirinê ye. Îmzeya ku ATK davêj ji bo mirina hevalên me hatiye avêtin.”   ‘Li hember hebûna me polîtîka tecrîdê heye’   Gulcanê balkişand ser êrişên li ser saziyên ziman û wiha dawî lê anî: “Yên li aliyekî dibêjin ‘Feqiyê Teyran yê me ye’ li aliye din zimanê Feqiyê Teyran mahkumdike. Ji ser zimanê wî zextan li saziyên zimanê kurdî dike. li ser hebûna me polîtîkayek tecrîdê heye. Butçeya Tirkiyeyê ji sedî 11 ji şer re tê veqetandin. Em dixwazin ev butçe ji bo aştiyê pêk bê.”