Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2024-10-13 12:53:31       AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî û got ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe.    “Mitînga Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amedê bihata lidarxistin, ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Li ser vê yekê bi hezaran kes li Semta Ofîsê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir bangî bi hezaran kesan kir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bal kişand ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin.    ‘Pirsgirêka kurd, dûrxistina wan a ji xwebûna xwe ye ’    Çîgdem, diyar kir ku tevahiya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bingeha xwe ji pirsgirêka kurd digirin û wiha got: “Ewqas dem derbas bû, îktîdar guherîn lê tu îktîdaran cisaret nekirin di mijara pirsgirêka kurd de projeyên baş pêş bixin. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şerê du pergalan bû. Projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ku azadiya gelê kurd û jiyana azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn esas digirt hedef hate girtin. Porjeya din jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû ku hêzên hegemon ên cîhanê pêşengtiya wê dikirin. Pergalê, bi derxistina pêşengê pergala Rojhilata Navîn a demokratîk re şerên niha li gelên me ferz kir. Gelo pirsgirêka kurd çi ye? Pirsgirêka kurd, parçekirina welatê kurdan, înkarkirina kurdan, dabeşkirina civaka kurdan û dûrxistina wan a ji xwebûna xwe ye.    Ji firkên birêz Ocalan netirsin   Îradeya kurdan tê desteserkirin û lê tê ferzkirin ku serî li ber siyaseta înkar û tunekirinê bitewînin. Pirsgirêka kurd, azad nejîna kurdan e. Ew e ku kurd ji netewbûnê hatine derxistin. Ev tespît, tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pirsgirêka kurd ew pirsgirêke ku dibêjin ‘me çareser kir’ lê tê înkarkirin. Bila her kes bibihîse; pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêka demokrasî û azadiyan e. Pirsgirêka statûyê ye. Gelo dê kî vê pirsgirêkê çareser bike? Dê kî berê înkara sedsalî biguherîne? Heye navnîşanek? Ez ji gelê me dipirsim; muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kî ye? Ji firkên birêz Ocalan netirsin, ji projeyên birêz Ocalan netirsin. Ji paradîgmaya ku azadiyê pêşkeşî gelên bindest dike netirsin.    Ev îradeye îro peyamekê dide we   Projeyeke we tune ye, gotineke we ya siyasî tune ye. Bi sala ye heman tiştan dibêjin. Ev îradeye îro peyamekê dide we. Hemû astengiyan raki, berpirsyartiyeke dîrokî li xwe bigirin. Rê li ber azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vekin, piştre jî bila di çareseriyê de rola xwe bilîze. Ev sed sal e hûn vê civakê bi gotina ‘terorê’ dixapînin. Tişta ku hûn jê re dibêjin ‘teror’, nirxên gelê kurd in. Li her devera Kurdistanê, ji rojavayê welêt, gelek kes li ser rêya ne. Çima wiha dikin; ji bo ku mirov nemirin û welêt di vê krîzê de nefetise. Ji bo ku em bikarin bên gel hev û biaxivin. Ji bo hûn li cihên nexuyayî bi mîkrofonan neqîrin. Êdî guh bidin îradey vî gelî. Vê zîhniyeta ez nabînim, nabihîzim û hwd. ev welêt tune kir. Hûn qala makezagoneke nû, qala aştiya navxweyî dikin. Hûn ê van li ser çi ava bikin? Li ser înkarê? Li ser tecrîdê? Dê li ser tunehesibandinê ava bikin? Divê êdî derî bên vekirin û fikir bên axaftin.    Dewlet, li Îmraliyê hiqûqeke korsan xistiye meriyetê   Aştî, fezîlet e, hevrûbûn fezîlet e. Derkevin pêşberî raya giştî û jê re bibêjin bê ka hûn tecrîda li Îmraliyê li gorî kîjan hiqûqê dixin meriyetê. Hiqûqa li Îmraliypê, ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya gerdûnî de heye. Hiqûqeke qorsan e. Dewlet, li Îmraliyê hiqûqeke korsan xistiye meriyetê. Ji bo ku aştî û çareserî çênebe. Birêz Ocalan, ji bo vî welatî firsendeke mezin e. Em bang dikin ku ji vê firsendê sûd were girtin. Banga me ji bo hemû rojnameger, rewşenbî, akademîsyen û gelên  Tirkiyeyê ye; têkildarî aştiyê, ji bo çareseriya demokratîk bikevin nava hewldanan û gotina xwe bikin. Banga me ew e ku li dijî tecrîdê li aser birêz Ocalan, ji bo Tirkiyeya demokratîk û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berpirsyartiyê li xwe bigirin. Rêya demokratîkbûna vî welatî, rêya azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê jî ji Îmraliyê re derbas dibe. Hûn jî vê yekê dizanin. Dê têkoşîna me bidome. Dê gelê kurd azad bibe û Tirkiye jî demokratîk bibe.”    Rêzan Sarica: Qadeke demokratîk a ku birêz Ocalan azad bibe ava bikin   Paşê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica axivî û got, “Helwesta ku we çend sal berê li welat û cîhanê nîşan da, li ber deriyê Îmraliyê qul vekir. Bi saya vê têkoşînê di sala 2019’an de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Bi coş û kelecana birêz Ocalan sala 2019'an we silav dikim. Silav û hezkirina wî ya bê dawî hêviya azadiyê zindî dike. Me ev hevdîtin li gorî pêşniyarên çareseriya demokratîk ên Birêz Ocalan pêk anîn. Ew pir bi heyecan bû ku aştiya civakî ya ku xwe pê bawer dikir saz bike. Birêz Ocalan; Got, 'pirsgirêkên civakî, herêmî û global wê girantir bibin.' Wî em vexwend ku em li dijî vê yekê bibin xwedî helwest. Dema em li tiştên ku di van 5 salên dawî de qewimîn dinêrin, ev tespîtên birêz Ocalan nîşan didin ku pêwîstiya me bi aqilmendiya wî heye. Birêz Ocalan tiştên ku kesî nedifikirî dît û hişyar kir. Bi israr got, 'Bê Tirk Kurd, Bê Kurd Tirk nabe'. Got ku yekitiyeke wiha dê rê li ber gel veke. Got, 'Ez ê di nava hefteyekê de çareser bikim', lê got, divê dewlet û îstîxbarata dewletê çi pêwîst bike bike. Destê ku gelê Kurd û gelên din dirêj kir li hewa ma. Yên li Îmraliyê li şûna demokrasî û diyalogê polîtîkayên tecrîdê meşandin û yên hiqûqê dan aliyekî berpirsyar in. Heger wekî berê hesabên heyî hebin û li ser înkarkirina hebûna kurdan siyaset bên meşandin, dev jê berdin. Veguherin polîtîkayên aştiyê. Dema em îro li paş xwe dinêrin ev tespîtên dîrokî tînin bîra me ku helwesta Birêz Ocalan ji bo jiyanê, ji bo pêşerojê, ji bo jiyana mirovan e ye. Werin şert û mercên îşkenceyê ji holê rakin û qadeke demokratîk ku birêz Ocalan azad bibe ava bikin.   Tuncer Bakirhan: Hûn nikarin dengê birêz Ocalan qut bikin   Piştî Rezan Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Li çar aliyê Tirkiyeyê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina tecrîdê daketin qadan. Nefikirin ku em tenê ev in. Wan bi hezaran kes li ber deriyê bajêr asteng kirin. Ev welat bi tecrîd û komployê çû ku derê? Ez bang li vê hikûmetê dikim; We deriyê Îmraliyê kilît kir û lingên Tirkiyeyê girêda. Siyaseta we îflas e. Em li dijî komployê ne. Em li Meclîsê diaxivin, li vir jî diaxivin. Dema em ne li Meclîsê bûn jî em axivîn. Ev pergala komployê di rastiyê de rêbazeke hêzên navneteweyî ye ku di navbera gelên Tirk û Kurd de nakokiyan derdixîne. Ev komplo li Îmraliyê vala derket. Bi van pêkanîn û helwesta xwe ya qedexeker deriyên Îmraliyê kilît dikin, hûn xerabiyê li paşeroja welat dikin. Vê komployê welat wêran kir, we pereyên vî welatî xerc kir ku gelê Kurd nikaribe bi zimanê xwe biaxive. Hûn nikarin dengê birêz Ocalan ê ku destê xwe ji bo aşitiyê dirêj dike, ji bo ku şer dernekeve qut bikin. Hûn nikarin fikrên birêz Ocalan sînordar bikin. Li Tirkiyeyê pêwîstî bi aştiya civakî heye. Navnîşanek ji bo misogerkirina aştiya civakî Îmraliyê ye, navnîşana din jî Meclîs e. Deriyên birêz Ocalan vekin. Em ê li dijî polîtîkayên komplo û tecrîdê bisekinin. Em ê tevî hemû qedexeyan jî li gel gelê xwe bin. Divê destê aştiyê birêz Ocalan bê girtin, dem hatiye ku birêz Ocalan bi gel re bibe yek. Di deriyan de li derve li çareseriyê negerin, ev gel aştiyê dixwaze. Heta ku hûn li ser hêviyê bin, heta hûn bi partiya xwe re bin em ê tecrîdê bişkînin û wekhev bijîn."   Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ji qadê veqetiyan.