Dosya rojnamegeran şandin saziya înfazê 2024-10-13 20:45:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn girtin şandin saziya înfazê.   Dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ku der barê qetilkirina Jîna Emînî de nûçe çêkiribûn, şandin saziya înfazê. Li aliyekê din jî biryara girtinê ji bo Menîje Xoşnûd hate dayîn.   Li gorî nûçeya Rojnewsê di daxuyaniya ku berdevkê Dezgeha Qezayî ya Îranê Esxer Cehangîrî  daye de wiha hatiye gotin:“Ew du rojnamevanên bi tometa ‘lidarxistina çalakiyên antî-propagandaya dewletê’ bi salek cezayê girtîgehê, her wiha ji bo tometa ‘komploya li dijî ewlekariya dewletê bi pênc sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.”   Hate destnîşan kirin ku dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî, ji cihê ji saziya înfazê re hatiye şandin. Her wiha biryara girtinê ji bo Menîje Xoşnûd hate dayîn.   Li aliyekê din jî bi tometa ‘antî-propagandaya’ 10 meh cezayê girtîgehê li Menîje Xoşnûd hate birîn û veguhestin girtîgeha Bokanê.