Polîsan tundî li Fincê Akman kirin 2024-10-14 12:17:23     STENBOL -  Ji 30 kesên ku duh li Stenbolê hatibûn binçavkirin û 7 saetan di wesayîta binçavkirinê de hatibûn ragirtin, 29 kes piştî îfadeya wan hatin berdan, 1 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Her wiha xizma girtiyan Fincê Akman ji aliyê polîsan ve bi kelepçeya berovajî hat îşkencekirin.    Rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo piştgirîdayîna mîtînga Azadiyê ya duh  bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" li Amedê hat lidarxistin xwest piştgiriyê bide û daxuyaniyê bide. Polîsan êrîşî girseya gel kir. Piştî êrîşa polîsan 30 kes bi lêdanê û bi kelepçeya berovajî hatin binçavkrin.    29 kes hatin berdan, wê kesek jî sewqî edliyeyê bê kirin   30 kesên hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê, duh bi şev îfade dan. Piştî îfadeyê 29 ke hat berdan. Lê belê M.O bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" sewqî edliyê hat kirin.    Polîsan tundî li Fincê Akman kirin   Her wiha xizma girtiyan Fincê Akman ji aliyê polîsan ve bi kelepçeya berovajî hat îşkencekirin. Her wiha hat hînbûn 7 saetan di bin çavan de hatiye hiştin.