Rojnameger Pinar Gayip hate binçavkirin 2024-10-14 13:30:36     STENBOL - Edîtora ETHA’yê Pinar Gayip ku ji bo îfadeyê çû qereqolê, ji ber lêpirsîneke cuda hate binçavkirin.    Parêzer Sezgîn Keleş ku ji ber sûcê “êrişa zayendî” ceza lê hatibû birîn, bi hinceta ku edîtora ETHA’yê Pinar Gayip derheqê bûyerê de nûçe çêkiriye, giliyê Pinarê kir. Pinarê ya ji bo îfadeyê çû qereqolê, bi hinceta ku di dosyayeke cuda de derheqê wê de biryara girtinê heye, hate binçavkirin. Têkildarî dosyayê agahî nehatin bidestxistin. Pinarê, li Qereqola Şehît Sînan Acar a li Kocamûstafapaşayê tê ragirtin. Tê payîn ku Pinarê piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê bê kirin.