Li Helebê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan 2024-10-14 15:45:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin.   Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" pêşangeheke wêne û pirtûkên  Abdullah Ocalan vekir. Pêşangeh li Hola Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hat vekirin.   43 wêneyên  Abdullah Ocalan û gotinên wî bi zimanên kurdî li ser tabloyan hatin nivîsandin û 70 pirtûkên wî hatin pêşandan.   Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ket û got: “Bi milyonan gel û ciwan li ser fikrên azad ên Rêbertî dimeşin."   Ronahî bal kişand ser berxwedana  Abdullah Ocalan a li hemberî pergala qirkirin û îşkenceyê û wiha domand: "Rêbertî bi ramênên xwe yên ronak û analîzkirina sedemên komployê, komplo li komplogeran zivirand. Belavbûna ramanên wî yên azad jî îsbata pûçbûna komployê ye."   Piştre sînevîzyonek li ser qonaxên komployê û hêrsa gel a li hemberî wê hat pêşandan.