Di doza rojnamevanan de şertê kontrola edlî hat rakirin 2024-10-15 13:21:47     STENBOL - Di doza ku rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat jê tên darizandin, şertê kontrola edlî hat rakirin. Der barê Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de lêpirsînek nû hat destpêkirin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wan de doz hatiye vekirin. Danişîn ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana StenbolÂe hat lidarxistin. Aslan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û rojnamevanên din û parêzerên xwe jî di danişînê de amade bûn.     Mehmet Aslan li dijî îdiayên der barê xwe parastina xwe kir û destnîşan kir ku îdianame ji nûçeyên çêkiriye pêk tê û nûçeyên çêkirine jî ne sûc in. Mehmet bi bîr xist ku berê jî heman sûcdarî lê hatine kirin û got: “Em rojnamevan in û em bi xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên sûcdarkirin. Ez tawanbariyên li ser xwe qebûl nakim.”   Parêzera Mehmet Aslan, Şevîn Kaya jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin.     Rojnamevan Esra Solîn Dal jî li dijî tawanbarî ango îdiayên der barê xwe de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin û got: “Min çi nûçe çêkiribe kirine sûc û xistine îdianameyê. 65 nûçeyên min kirine tawanbarî. Sedema wê jî ew e ku nûçe têkildarî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan in. Wek ku hûn jî dizanin; Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî rola sereke ye. Ez rojnamevan im û dikarim li ser gelek mijaran nûçe çekim. Wek rojnamevan dikarim li her kesî bigerim. Nûçeyên bi îmze ne û eşkere ne.”    Parêzerê Dal, Şukru Alpsoy da zanîn ku mijara îdianameyê bi temamî li ser çêkirina nûçeyên tecrîdê ne û wê wezîfeya rojnamevaniyê bicih aniye. Alpsoy xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîla wî bê rakirin.     Rojnamevan Erdogan Alayûmat jî bal kişand ser wezîfeya rojnamevanan û got ku rojnamevan li hemberî civakê-gel berpirsiyariya xwe bicih tînin. Erdogan da zanîn ku nûçeyên wî ku di îdianameyê de cih digirin hemû li ser tecrîdê ne û ji ber navê Abdullah Ocalan û tecrîdê têde derbas dibe doz lê hatiye vekirin. Erdogan diyar kir ku wî gelek nûçeyên din jî çêkirine lê di îdianameyê de cih nagirin û nûçeyên çêkirine ne sûc in û tawanbariya li ser xwe red kir û xebatên wan rojnamevaniyê nabe mijara tawanbariyê. Erdogan got ku tenê ne ew nûçeyên li ser Ocalan çêdikin û got ku li qada neteweyî û navneteweyî gelek rojnamevan nûçeyên der barê Ocalan de çêdikin.    Parêzera Erdogan, Emîne Hasar jî anî ziman ku nûçeyên miwekîlê wê çêkirine nabin mijara tawanbariyê û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin.    Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok jî destnîşan kir ku nûçeyên der barê Abdullah Ocalan de nabe mijara tawanbariyê û çêkirina nûçeyên li ser Ocalan ne sûc e.    Lêpirsîneke nû hat destpêkirin   Piştî parastina rojnamevanan û parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya li ser rojnamevanan bê rakirin.    Dadgehê diyar kir ku der barê Alayamut û Aslan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsînek nû hatiye destpêkirin û biryar da ku li benda encama dosyeya ku biryara veşarî li serê ye bê sekinandin û danişînê taloqî 17'ê sibata 2025’an kir.    Rojnamevan Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ji dadgehê hîn bûn ku lêpirsînek nû der barê wan de hatiye destpêkirin.