Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn 2024-10-16 17:38:09   ÊLIH - Li Êlihê starta Fûara Pirtûkên Kurdî ku dê heta 20’ê cotmehê berdewam bike hate dayîn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li fûarê axivî, wiha got: “Bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.”   Şaredariya Êlihê, Komeleya Çand û Lêkolînên Kurdî ya Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) starta Fûara Pirtûkên Kurdî ku dê heta 20’ê cotmehê berdewam bike dan. Di fûara ku li Parka Ataturk hate lidarxistin de weşanxaneyan ji bo xwînêran stant vekirin. Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî fûarê dan. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn.    ‘Bi Kurdî biaxive, binivîse û bijî’   Di fûarê de ewilî ji hin helbestên helbestkarê kurd Cegerxwîn ê di 22’yê cotmeha 1984’an de jiyana xwe ji dest daye beş hatin xwendin.    Hevşaredar Gulistan Sonuk a pişt re axivî, bal kişand ser êrişên li ser saziyên ziman ên kurdî û xebatkarên wan û destnîşan kir ku fûar ji bo kurdan û weşanên kurdî girîng e. Gulîstanê wiha domand: “Bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn. Mirov dikarin encax bi zimanê xwe hestên xwe, derdên xwe bînin ziman û dermanê xwe jî xwe bi xwe bibîne.”    Hevseroka DEM Partiya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku ew hemû ji nêz ve girîngiya ziman, çand û hunerê dişopînin û her çiqas êrişî ziman û çanda kurdî bê kirin jî wê nikaribin ji hiş û mêjiyê gelê kurd derxin.    Zimên 8’emîn ê herî dewlemend   Endamê Yekitiya Weşanxaneyên Kurd Jêhat Rojhelat jî anî ziman ku zimanê kurdî di nava 6 hezar zimanên cîhanê de 8’emîn zimanê dewlemend e û li Tirkiyeyê ji 56 zimanên tên axaftin hejmar kêm bûye û ev hejmar daketiye 36 zimanan. Jêhat wiha got: “Zimanê kurdî tên qedexekirin. Ders sûc tên dîtin. Heke hûn rabin û bêjin em ê 8’emîn zimanê dewlemend ê cîhanê ‘biqedînin’, wê çaxê wê helbest, çîrok, destan û navên sewalên me jî bên qetilkirin. Ev yek di warê mafên mirovan de qe ne mirovî ye. Divê pêşî li xebatên zimanê kurdî bê vekirin. Divê gelê kurd û saziyên kurd xwedî li weşanxaneyên kurdî derkevin.”    Jêhat bi bîr xist ku wê di hefteyên pêşiya me de Fuara Pirtûkan a Amedê jî bê lidarxistin û bang li xelkê kir ku tev li fuaran bibin.    Piştî axaftinan şandeya DEM Partiyê û welatî li standên pirtûkan geriyan.