'Ji bo aramiyê divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan' 2024-10-24 10:36:55   Neslîhan Kardaş-Oznur Deger    WAN - Welatiyên Wanê ku piştî banga li Meclisê a muhatap Abdullah Ocalan e axivîn, diyar kirin ku divê şer bê bidawîkirin û demildest aştî pêk bê û ev tişt gotin, "Ji bo aramiyê divê Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan."   Di dema ku xitimandina pirsgirêka Kurd a li welat berdewamiya şer gurr kir, zêdebûna daxwaza aştiyê ya di nava civakê de careke din hate hate rojevê. Ruhê ku di Mîtînga Azadiyê ya 13'ê Cotmehê ya li Amedê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê dicivin" di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" derket holê. Pêwîstiya çareserî û aştiyê careke din nîşan da.   Piştî ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di civîna koma xwe ya 22'yê Cotmehê ya li Meclîsê de gotibû "Bila Abdullah Ocalan were Meclîsê û biaxive" li welat nîqaşên çareseriyê dîsa dest pê kirin. Kurdistaniyên ku gotinên siyasetmedarên li meclisê ku diviyabû dengê civakê bibihîzin samîmî nedîtin, xwestin ji bo aştiyê di zûtirîn demê de gavên berbiçav bên avêtin, careke din Îmraliyê wekî navnîşana çareseriyê nîşan dan.    Me ji kolanan pirsî ku di atmosfera siyasî ya ku pêş dikeve de civak daxwaza çareseriyê û aştiyê dike. Jinên ku me li Wanê mîkrofon dirêjî wan kir, bal kişandin ser wê yekê ku divê di zûtirîn demê de şer bi dawî bibe û aştî pêk were û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ew weke Rêberê xwe qebûl dikin, di zûtirîn demê de azad bibe.   Jinên ku li kolanê ji mîkrofona me re axivîn bersivên wan wiha ne:   Bila kurd tune neyên hesibandin   Hatîce Erdogmuş: Em yekîtî û hevgirtinê dixwazin, yekane daxwaza me ev e. Em hemû misilman in û em hemû dixwazin li hev bikin. Em niha jiyaneke aram dixwazin. Welatê me niha bi birçîbûnê re têdikoşe. Êdî em nikarin tiştekî bi xwe re bibin malê. Bila Kurd û Tirk ji niha û pê de wek hev bin. Ev ê heta kengî berdewam bike? Şer wê her tim wiha bidome? Em kurd in û nikarin înkar bikin. Divê Kurd tune neyên hesibandin. Zimanê me jî heye. Em dixwazin wek her kesî di nava aştiyê de bijîn. Em êdî mirinê naxwazin. Ji kurd û tirkbûnê wêdetir jiyana me hemûyan heye. Ma em ê her tim bi van pirsgirêkan re bijîn? Ma divê em wan kesên ku ne ji me ne paşguh bikin? Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, em hemû yek in.   Em dixwazin Rêberê me azad bibe   Hediye Efe: Em aştî û azadiyê dixwazin. Em dibêjin şer nabe, bila aştî û azadî hebe. Heger rêyek baş be û xapandin tunebe bila li Meclîsê bê gotûbêjkirin. Ji bo Kurdan tu carî aştî pêk nehat. Em dixwazin ev yek bê misogerkirin. Êdî xwîn nerije. Ez hêvî dikim ku tiştê ku ew dibêjin rast be. Ji ber ku em dixwazin azad bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Her gel xwedî dewlet e, bila em jî bibin xwedî dewlet. Di malbata me de jî gelek şehîd hene. Ji ber vê em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bê kuştin. Bila êdî ev rijandina xwînê raweste.   Memihan Gokay: Em dixwazin xwîn raweste û wekhevî hebe.   Bila li welat aramî û jîngeheke xweş ji her kesî re hebe   Jiyan: Ger li welat aramî çêbibe em ê hemû gelekî kêfxweş bibûna. Em dixwazin li vî welatî aştî hebe û kes neyê kuştin. Bila li welat aramî û jîngeheke xweş ji her kesî re hebe. Em ji zarokên xwe re û ji bo pêşeroja wan welatekî aram dixwazin.     Ji bo aştî li welat pêk were divê Abdullah Ocalan azad bibe   Salîha Yerlî: Em dixwazin hem Abdullah Ocalan hem jî Selahattîn Demîrtaş bên berdan. Em aştiyê dixwazin. Bi her awayî em hemû yek in. Ez hêvî dikim ku li welat atmosfereke aştiyê ava bibe. Em jî wek welatên din yekîtiyê û wekheviyê dixwazin. Bila ev şer raweste. Ji bo aştî li welat pêk were divê Abdullah Ocalan azad bibe.   Dibe ku planek vê dewletê jî hebe   Zeynep Akbulak: Ger aştî bihata welat dê pir baş bibe, lê dibe ku planek vê dewletê jî hebe.   Bila şer bi dawî bibe   Jina ku nexwest navê xwe bide: Ji bo me tu ferqa Kurd û Tirkan nîne, em hemû li heman welatî dijîn. Em jî daxwaza aştiyê dikin. Di şeran de, mirovên bêguneh her tim di navberê de têne kuştin. Bila şer bi dawî bibe.   Ger azadiya Abdullah Ocalan pêk were dê aştiyeke baştir pêk were   Funda Tatlı: Ez dixwazim her du alî jî rawestin û êdî aştî çêbibe. Rewşên neyînî bandorê li psîkolojiya zarokan dikin û psîkolojiya wan xera dike. Ez dixwazimku aştî pêk were. Ger azadiya Abdullah Ocalan pêk were dê aştiyek baştir pêk were.   Ji bo aştî pêk were, berî her tiştî divê cudakarî neyê kirin   Şevîn: Kurd gelek bindest in, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku aştî pêk were, lê ger ku pêk bê baş e. Penaberên ji welatên din tên qebûl kirin, lê ji kurdan hez nakin. Ev fikreke pir şaş e. Pêwîste  li ser vê rewşê bisekinin û zilmê li Kurdan nekin. Em dibêjin bila aştî pêk were.   Ji bo aştî pêk were beriya her tiştî divê cihêkarî neyê kirin   Şukran Çoban: Ji bo aştî pêk were beriya her tiştî divê cudakarî neyê kirin. Ger em Kurd û Tirk li vî welatî wekhev bi hev re bijîn, em hemû dikarin bibin xuşk û birayên hev hev.    Em aştiyeke bi rûmet dixwazin ku jin bi rihetî bijîn   Aleyna Îkbal: Aboriya Tirkiyeyê niha di rewşeke pir xerab de ye. Li Wanê jî kar tune ye. Li welat kuştina jinan pir zêde ye. Qirkirin, destavêtin û îstîsmar pir zêde ne. Divê qanûn li ser vê yekê bên çêkirin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin ku jin bi rihetî bijîn. Dema ku em li kolanê dimeşin jî em ditirsin.   Em bawer dikin ku dê rojekê aştî bê vî welatî   Sînem Temel- Seher Temel: Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Divê çareserî bê dîtin. Ma wê her tim wiha berdewam bike? Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Ma heta kengê em ê bi vî rengî bindest bin? Em bi hêvî ne û bawer dikin ku rojekê aştî pêk were. Ger kurd bibin yek dê pirsgirêk çareser bibe.   Em daxwaza aştiya bi rûmet dikin   Amber Gulen: Em daxwaza aştiya bi rûmet û azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em dixwazin dewleta xwe ava bikin. Ma kî vê naxwaze?   Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e   Pakîze Şavlîk: Em dixwazin her kes wekhev be û mafê gelê Kurd bê dayîn.  Bila zimanê me jî bi qasî zimanê wan azad be. Em jî wek her kesî mafên xwe dixwazin. Çawa ku gelê Tirk heye, gelê Kurd jî heye, em jî weke wan mafên xwe dixwazin. Bila her kes azad bijî. Di zindanan de gelek siyasetmedarên kurd hene, em dixwazin ew jî bên berdan. Bila zarokên me serbest bên berdan. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e. Ger azad be li Tirkiyeyê her tişt çareser dibe. Bi şer heta niha tiştekî baş bi dest neketiye. Ger ji niha û pê ve aştî pêk were dê her tişt baş bibe. Ma gelê Kurd û gelê Tirk ne wek hev in? Em xuşk û bira ne, lê dijminatî di navbera me de heye. Bila ev dijminatî bi dawî bibe. Kes şer naxwaze û her kes aştiyê dixwaze. Hêvîdar im aştî pêk were û dayik êdî negirîn.   Tişta ku em dixwazin aştî ye   Jina ku navê xwe negot: Bila aramî hebe û welat bi rêk û pêk be. Êdî her kes bêzar bûye. Êdî em şer naxwazin, bila aştî pêk were.   Em wekheviyê dixwazin   Nazime Çikar: Em hemû dibînin ku çi dibe. Bila êdî aştî hebe û em di nava aştiyê de bijîn. Bila şer biqede, bila aştî were. Em dixwzin di nava şatiyê de wekhev bijîn. Bi şer û pevçûnan tu tişt pêk nayê.