ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-29 09:00:00     * Mexdûra erdhejê Hatîce Buluş, di konteynerê de dijî û da zanîn ku pirsgirêkên derûnî û fizîkî dijîn û got: "Em nikarin tiştekî ji mutahît re bêjin, ji ber ku fikara gelo dibe mutahît xaniyê me xirab çêke. Ji ber şaredarî û Wezareta Bajar û Derdorê her tim xwe mafdar derdixin em nikarin tiştekî jî bikin." BI DÎMEN    *Nûçegihana Ronahî TV, Ciwana Cuma ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmê dişopîne, bêdengiya hêzên koalîsyonê rexne kir û got, "Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê ji nû ve li herêmê zindî bike û tiryakê bîne herêmê."  DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Rêveber a SODAP'ê Tulay Korkutan, diyar kir ku hikûmet ji aliyekî destê piştgiriyê dirêj dike û li aliyê din jî li Rojava komkujiyê pêk tîne û got:"Divê aştiya rast bi gavên şênber ên demokratîk pêk were, ne bi teslîmgirtinê."   *Dîmenên payîzê yên çemê Mûnzûrê ku li deverên cuda yên Dêrsimê belav dibe, atmosfereke aram pêşkêş dike û di heman demê de dewlemendiya erdnîgarî û ekolojîk a herêmê jî radixe ber çavan. FOTO GALERÎ