'Divê ne ferzkirina teslîmiyetê ji bo demokrasiyê gav bên avêtin' 2024-10-29 09:04:50     Melek Avci   ENQERE - Endama Desteya Rêveber a SODAP'ê Tulay Korkutan, diyar kir ku hikûmet ji aliyekî destê piştgiriyê dirêj dike û li aliyê din jî li Rojava komkujiyê pêk tîne û got:"Divê aştiya rast bi gavên şênber ên demokratîk pêk were, ne bi teslîmgirtinê."   Dema ku daxuyaniyên "pêvajoyê" yên der barê pirsgirêka Kurd de ji aliyê AKP-MHP'ê ve li raya giştî tê belavkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelê sivîl êrîşek tê kirin. Bloka AKP-MHP'ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl kir û ji bo 'mafê hêviyê' şertê "tasfiyekirina rêxistinê" destnîşan kir. Li ser van hemû daxuyaniyan Abdullah Ocalan got, “Tecrîd didome. Eger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîneke hiqûqî û siyasî ve bikşînim." Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst Tulay Korkutan rojeva hatiye destpêkirin nirxand.   'Hê bi parêzeran re hevdîtin pêk nehatiye, tecrîd bi dawî nebûye'   Tulay li ser pirsgirêka Kurd a ku AKP-MHP'ê weke 'pêvajo' bi nav dike, lê ti gav û pêvajo tune ye, bersiv da û got, "Tecrîd hê jî dewam dike. Armanca bingehîn a geşedanan misogerkirina aramiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e di bin tecrîdê de ye. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzerên wî her carê ji ber sedemên siyasî hatin redkirin. Heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Weke ku diyar kir, tecrîda li ser wî hê jî didome. Eşkere ye ku armanca sereke ya van geşedanên ku bi xwepêşandana desthelatê Bahçelî dest pê kir, ji nû ve dîzaynkirina opozîsyonê û dabînkirina aramiya rejîmê ye.”   'Sala 2025'an wê bibe sala herî dijwar a hikûmetê'   Tulay destnîşan kir ku armanca sereke ya hikûmetê ew e ku komên mûxalîf bikişîne nava bêçalakîtiyê û gotara "xurtkirina eniya navxweyî" weke hincet nîşan bide û destnîşan kir ku divê di serdema pêş de li hemberî vê yekê xeteke xurt a têkoşînê bê meşandin. Tulay got, “Pir eşkere ye ku ev rejîma qesrê ye her quncikekî welat pêşkêşî sermayeya biyanî dike û bi siyasetên çewisandin û hovîtiyê hewl dide daxwazên gelê Kurd ên demokratîk heta niha bitepisîne. Wisa dixuye ku sala 2025’an wê bibe sala herî dijwar a hikûmetê. Di van şert û mercan de armanca xurtkirina eniya navxweyî ew e ku muxalefetê ber bi bêhêziyê ve bikişîne."   'Daxwaza aştiyê bi pêngava demokratîkbûnê dikare îqna bike'   Tulay da zanîn ku ew doza têkoşîna gelê Kurd bi aştiyeke birûmet dikin û wiha dewam kir: “Weke sosyalîst, şoreşger û femînîst em li ser daxwaza gelê Kurd a aştiyeke bi rûmet û pêkanîna wê ne. Girîng e ku têkoşîna çil salî ya gelê Kurd bi aştiyeke bi rûmet were tacîdarkirin. Ger pêvajoya aştiyê ya bi rûmet bi rastî jî were xwestin, ev yek tenê bi pêngava demokratîkbûnê wê baweriyê bi dest bixe."   SODAP ji Tevgera Azadiya Kurd bawer dike   Tulay diyar kir ku SODAP ji Tevgera Azadiya Kurd bawer dike û wiha dewam kir:"Em weke SODAP bi paşxaneya dîrokî û berdewamiya Tevgera Azadiya Kurd bawer in. Helwesta me ya di vê nuqteyê de jî di pêvajoyeke ku bi hev re aştiya bi rûmet pêk tîne de roleke çalak dilîze. Ji ber ku niha li welêt xizanî, betalî û feqîriyeke dijwar heye, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê aştî lazim e. Karker û xizan barê vê krîzê hildigirin. Di hawîrdoreke siyasî de ku êrîşên li dijî çalakiyên karkerên ku li kolanan ji bo mafên xwe têdikoşin hene, li kolanan hewl tê dayîn dengê jin, xwendekar û gel bê qutkirin, li pêşiya rêxistinbûnê astengî hene û bi hezaran girtiyên siyasî lê hene. Bi taybetî jî Demîrtaş û Yuksekdag bi neheqî di girtîgehan de tên girtin, pêngavek ku li dijî van hemûyan bê avêtin dê pêvajoyeke dirêj be."   'Êrîşa li ser Rojava niyeta rejîma qesrê derdixe holê'   Tulay diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta hikûmetê derdixe holê û bal kişand ser nakokiyan. Tulay got, “Bombe li sîvîlên li Rojava dijîn tên barandin. Cihên ku li Rojava tên bombebarankirin, wargehên sivîlan û nexweşxane ne. Di dîmenan de derket holê ku gelek sivîl birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Ev êrîşa li dijî sivîlên bêparastin komkujî, qirkirin û sûcê şer e. Ew nesamîmîtiya rejîma qesrê ya derbarê aştiyê de eşkere kir."   Têkoşîna hevpar a ji bo bidawîkirina êrîşan   Tulay, da zanîn ku bi şer re hewl didin hêza tevgera Kurd qels bikin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got: “Ev şerên ku hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn dane destpêkirin, ne di berjewendiya gelê Kurd de ye. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê ne serbixwe ye. Ev êrîş di heman demê de êrîşeke bi armanca lawazkirina hêza Tevgera Kurd e. Ji bo bidawîkirina van êrîşan divê gel bi hev re têbikoşin. Ji bo bicihanîna daxwazên şênber ên li dijî şer jî ji hêzên sosyalîst hewldaneke mezin tê xwestin. Pêwîst e di vê mijarê de bi hev re têkoşîn were bilindkirin."