Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin şermezarkirin 2024-10-29 19:52:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên civaka sivîl û PYDˈê der barê êrişên Tirkiyeyê de daxuyanî dan, li dijî êrişan banga hevgirtinê kir.   Saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên Tirkiyeyê de daxuyanî dan.   Heleb   Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê êrişênTirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûdê hat dayîn. Hevseroka Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa bi zimanê erebî û rêveberê Yekitiya Mamosteyan Şukrî Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişan têkbirina projeya demokratîk û jiyana hevbeş a li herêmê ye. Hate destnîşankirin ku ev êriş xizmeta komên çeteyan tenê dike û bang li hêzên demokrat ên li Sûriyeyê, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişan bînin. Di dawiya daxuyaniyê de peyama berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hate dayîn.   Qamişlo   Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo li ber depoyên genim a hatî bombekirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Aboriya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîstan Mûrad bi zimanê erebî û Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtîsam El Huseyin bi zimanê kurdî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji dema destpêkê ya avakirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk hewl dide bi hincetên cuda yên bêbingeh êriş bike û pêşî li pêşketina vê projeye bigire. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dijminatiya Tirkiyê ya li dijî neteweya Kurd ji dîrokê ve tê zanîn û wiha domand:“Ji projeyên yekîtiya pêkhateyên herêmê ditirse û weke dewleteke nijadperest vê projeyê li hemberî xwe xetere dibîne.Dewleta Tirk a faşîst raste rast sivîlên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Di encama van êrîşan de hejmarek ji jin û zarok şehîd bûne. Li kêleka hedefgiritina sivîlan, hemû binesaziya herêmê hedef girt û di encamê de gelek navendên xizmegzariyê û jiyanê ji xizmetê derket. Di heman demê de ev bombebaran gihişte navendên hêzên ewlekariya Hundirîn, gelek karkerên ku li ser karê xwe bûn jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan jî birîndar bûne. Li hember vê jî gelê herêmê bi hemû rengê xwe têkoşîn dike ku hemû planên dijmin têk bibin û serketina pirojeya Demokratîk misoger bikin. Di serî de jî helwesta dualî ya pîvanên Rûsya li herêmê ye. Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku helwesteke eşkere li dijî van êrîşan raber bikin.”   Tebqa   Meclisa PYDˈyê ya kantona Tebqayê jî daxuyaniyek li pêşiya çerxerêya Kenîse (Dêr) ya li başûrê bajar da.   Hevseroka Meclisa Ciwanan a PYDˈyê Neda Mihemed daxuyanî xwend, diyar kir ku hincetên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan li ser herêmê ne rast in. Neda destnîşan kir ku dewleta Tirk sûcên şer li herêmê dike, lew ra divê hesab jê were pirsîn.Neda bang li tevahiya gelê Sûriyeyê û hêzên siyasî yên nîştimanî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk rabin. Bang li hikumeta Şamê jî kir ku erkên xwe li hemberî van êrişan bi cih bîne.   Neda Mihemed her wiha bang li NY û hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk bînin û wiha domand:"Siyaseta dewleta Tirk a dagirker xizmeta aştî û istiqrara li herêmê nake. Mîna van êrişên hovane dê aloziyên li herêmê mezintir bikin. Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku heya têkbirina planên dagirkeriyê  di yek rêzê de li hemberî êrişan li ber xwe bidin ."   Reqa   Bi heman armancê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li Qada Jina  Azad a li bajarê Reqayê li dar xist.   Di çalakiyê de endamên yekitî, ode û sendîkayên rêxistinên civaka sivîl, tevî hevserokên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn Hesen û Cîhad Hesen amade bûn.Di çalakiyê de Hevseroka Komeleya Çand, Huner û Jîngehê ya Marî, Celaa Hemzawî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin, li gorî qanûnên navneteweyî, êrişên dewleta Tirk sûcên şer. Bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê jî hatin kirin ku tedbîrên parastina sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin, dawî li êrişên li ser binesaziya herêmê bînin, rêzê bidin qanûnên mirovî yên navneteweyî.