Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kirin 2024-10-31 10:17:05   STENBOL -Wezareta Karên Navxweyî Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê kir.   Wezareta Karên Navxweyî li şûna Şaredarê Esenyûrta Stenbolê Ahmet Ozer,ku duh hat binçavkirin qeyûm tayîn kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de, bal hat kişandin ser îdaya "Endamtiya rêxistinê" ya derbarê Şaredar Ahmet Ozer de û hat gotin ku alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirine.