Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatî birîn, tê bicihanîn 2024-10-31 11:35:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jêre şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike û cezayê xwe bikêşe.   Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî ragihand ku Dadgeha Sineyê belgeyek fermî jêre şandiye da ku cezayê lê hatî birîn, were bicihanîn.   Jîna Muderês di peyama xwe de got; “Şaxa 4 ya Dadgeha Sineyê, belgeyek ji min re şandiye. Di belgeyê de dibêje, divê roja Şemiya were xwe radestî girtîgeha jinan ya li Sineyê bikî. Bi tometa ‘alîkariya komên muxalîf’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 16 mehan yê girtîgehê li min hatiye birîn.”   Hêjayî gotinêye ku di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li ser Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gorcî, 10 heta 21 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Piştre cezayê wî ji bo 16 mehan hatibû kêmkirin.