TEV-DEM: Pêwîst e mirovahî li Rojava xwedî derkeve 2024-10-31 12:19:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya TEV-DEM’ê bal kişand ku di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de, metirsiyên li ser destkeftiyên herêmê zêde bûne û banga piştgiriya şoreşa Rojava kir.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi minasebeta 1’yê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ’ê 15’ê Îlona 2014’an bi desteka hêzên derve û herêmî, li hemberî şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) êrîşî Kobanê kirine û dewleta Tirk jî bi hemû derfetên xwe piştgiriya çeteyan dikir.    Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser banga seferberiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê şoreşger, demokrat, aştîwaz rabûne ser piyan û wiha hat domandin: “Li Kobanê berxwedana dîrokî hat nîşandan. Xeyalên komploger û faşîzma Tirkiyeyê hatin têkbirin. Li ser axa Kobanê mirovahî hat parastin. Lewma bi dehan wergirên xelata nobelê, dîroknas, fîlozof, nûnerên rêxistinên civak, kesayetên navdar ên cîhanê 1 Mijdara 2014 wekî roja xwepêşandan û piştgiriya keleha berxwedanê Kobanê îlan kir. Li seranserê cîhanê milyonan insan daketin qadan, Kobanê vegeriya bajarekî  cîhanî. Cîhanê fêm kir ku Kobanê  ji bo nirxên tevahiya mirovahiyê parastina demokrasî û pêşeroja dike.”   Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di 10’emîn salvegera 1’ê Mijdarê de metirsiyên li ser destkeftiyên berxwedana Kobanê didomin û ev bang hat kirin: “Dîsa çavên dagirker, çete û plangeran li ser têkbirina deskeftiyên berxwedana Kobanê  û Rojavayê Kurdistanê ne. Em banga xurtkirina piştgiriya cîhanî  ji bo Rojavayê Kurdistan û deskeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dikin. Rojava ji bomirovahiyê berxwedan kir, pêwiste mirovahî li Rojava xwedî derkeve.”