ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-04 09:00:00     *Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de nîqaşên parastina cewherî her diçin zêde dibin û Tevgera jinên Kurd di nirxandinên der barê parastina cewherî de balê dikşînin ser avakirina yekîneyên ku bi vê armancê li her qadê bên avakirinê. Ji Însiyatîfa Parastina Jinan heta komeleyan, baldikşîne ser girîngiya rêxistinbûnê. DOSYA   *Hevşardara Tuşbayê Hanim Akkoş der barê xebatên jinan ên dimeşînin de axivî û got yekemîn gava avêtin vekirina saziyên ku ji aliyê walîtiyê ve hatibû girtinê bû û wiha got: “Em ê giraniyê bidin qursên xwendin nivîsandin, enstruman, hunera detan ku jin bikaribin xwe têde pêş bixînin û hilberînê bikin.” DÎMEN HEYE   *Yekemîn Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de ango sibê dest pê dike. Şanoger Şîlan Alagoz, bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê banga tevlîbûnê li gel kir û got: "Em dikarin di her qadan de bi rengê xwe, xwe binîn ziman." BI DÎMEN