Li Wanê çalakiya rûniştinê 2024-11-04 14:17:15     WAN - Li Wanê polîsan êrişî xwepêşandana li dijî qeyûm kirin. Piştî êrişê rêveberên DEM Partiyê û welatiyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û peyama “Em mîna berxwedana Wanê li dijî qeyûman rabin” dan.    Li Wanê rêveberên DEM Partiyê û welatî li Kolana Hunerê li hev kom bûn û li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê nerazîbûn nîşan dan. Girseyê bênavber dirûşmên, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Berxwedan jiyan e” berz kirin û banga hêrsa li dijî qeyûman hat kirin.    ‘Em ê li berxwe bidin’    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li vir axivî û diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê ji têkçûnên xwe yên li Kurdistanê têr nebûye û bi heman rêbazan îradeya gel desteser kiriye. Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku wê gel li dijî vê dizî û talanê li ber xwe bide û got ku wan di 2-3’yê nîsanê de çawa li dijî destesrkirina vîna gelê Wanê li ber xwe dan, dê dîsa bi heman awayî berxwedana xwe li dijî qeyûman nîşan bidin.    Çalakiya rûniştinê   Piştî daxuyaniyê polîsan êrişî çalakiya gel kir. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin. Girseyê li dijî qeyûman di nav dropêça polîsan de dest bi çalakiya rûniştînê kir.