TJK-E: Em li her derê berxwedanê mezin bikin 2024-11-04 14:50:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bang hate kirin ku li her devera Ewropayê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.   Daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bi vî rengî ye:   "Desthilatdariya faşîst a Tirk ku dijminê jin û gel e, bi tayînkirina qeyûm li şaredariyan ên ku di encama hilbijartinê de kete destê gelan, hewl dide desthilatdariya xwe ya faşîst ewle bikek.   Piştî Şaredariya Esenyûrtê ya Stenbolê îro jî qeyûm li Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate danîn û bi vî rengî hewl dide polîtîkayên xwe yên zayendîperest, neteweperest û faşîst rewa bike.   Hikumeta şerê taybet ku li pêşberî Plana xwe ya Têkbirinê bi xwe têk çû, îflas kir, ji aliyê aborî û civakî ve di nava krîzê de ye, bi maskeyeke sexte bersiv da daxwazên azadî û aştiyê yên gelan. Di demeke kurt de maskeya li ber rûyê wê kete xwarê.   Gotinên dûrî ji nêta aştiyeke ji dil û çareseriyeke bi rûmet li pêşberî daxwazên azadî û berxwedanê yên gelan eşkere bû ku konsepteke nû ya êrîşê ye.   Cezayê nû yê dîsîplînê yê 3 mehan li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn û polîtîkayên qeyûm nîşan dan ku li dijî jinên Kurd û gelên Kurdistanê ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê konsepteke nû dixin meriyetê.   Desthilatdariyeke ku îradeya gel nas nake, nikare pirsgirêkên civakê çareser bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne.   Tayînkirina qeyûm li şaredariya Êlihê ku şaredara jin bi dengê herî bilind ê li tevahiya Tirkiyeyê hate hilbijartin, ji polîtîkayên zayendîperest û dijminatiya li jinê ya desthilatdariya faşîst cuda nîne.   Bi xwedîderketina li îradeya xwe, berxwedana mezin a li dijî şerê taybet herî zêde berpirsyariya me jinan e.   Li ser vê bingehê em bang li jinan, ciwanan, gelê xwe yê welatparêz û dedorên demokratîk dikin ku bi ruhê berxwedanê yê Wanê li her devera Ewropayê çalakiyan bikin û berxwedan û têkoşînê mezin bikin.   Berxwedan Jiyan e!"