Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan 2024-11-04 19:28:33   RIHA - Bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman ên li Xelfetiyê ji avahiya şaredariyê heta avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê meşiyan.   Polîsan êrîşî welatiyên li ber Şaredariya Xelfetî ya ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin kir. Di êrîşa ku gaza îsotê hat bikaranîn de polîsan li gelek kesan dan. Li hemberî êrîşa polîsan welatiyan bertekên xwe anîn ziman.   Piştre jî bi hezaran welatiyên ku di nav de parlamenterên DEM Partiyê jî hebûn, ji ber avahiya şaredariyê heta avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê meşiyan.   Di meşê de bê navber dirûşmên  "Xelfetî wê bibe gora qeyûman", "Qeyûm biçe" û "Kurdistan wê bibe goristana qeyûman" hatin berzkirin.   Li aliyê din hat hînbûn ku welatî dê sibê dîsa li ber avahiya şaredariyê kom bibin.