Şaredariya Rêya Armûşê daxwazên zarok, ciwan û jinan pêk tîne 2024-11-05 09:03:20     WAN - Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, bal kişand ser xebatên ku ji bo jinan tê kirin û got: "Niha xebatên nîvco yên di dema qeyûman de mayî temam dikin. Di çarcoveya daxwazên zarok, ciwan û jinan de plansaziyan dikin."   Şaredariyên Bajarê Mezin û navçeyên Wanê bi salan e bi qeyûman tên birêvebirin, di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi giştî 14 şaredarî ketin destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Hevşaredarên jin niha yek car lêz dan xebatên jinan û hewl didin ku xwe bighînin hemû  jinan.    Derbarê xebatan de Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Canan Uzunay ji ajansa me re axivî.    Canan Uzunay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina jin, ziman, çand û hunerê û got: "Dema qeyûm hat tayînkirin di serî de miduriyeta jinan bêtal kirin. Di nav 8 calan de hemû xebat û xizmetên jinan hedef hatin girtin. Gelek saziyên jinan hatin girtin û qadên jiyanê yên jinan ji holê hatin rakirin."   Xebatên nîvco mayî temam dikin   Canan Uzunay, destnîşan kir ku niha hewl didin ku xebatên ku nîvco mayî temam bikin û wiha bi lêv kir: "Em hewl didin ku Navenda Jiyanê ya Jinan a Maya carek din bixin nav xizmetê. Me di serî de pirsgirêkên jinan ên şaredariyê guhdar kir. Me daxwazên wan guhdar kir. Me soza ku em ê bi hev re bajarê xwe bi rêvê bibin da."                                                                   Canan Uzunay, wiha bal kişand ser xebatên taxan: "Navenda Jiyanê ya Jinan a Bostaniçî  hebû. Dilê Rêya Armûşê ye taxa Bostanîçî. Me hewl da ku ev navend carekdin xizmetê bide jinan. Her wiha li vir ji bo jinan hem kurs û hem jî ji bo xwendekarên jin etut hatin amadekirin. Kursên wek dirûn, hunera destan hatin afirandin. Her wiha ji bo zarokên wan jinan jî qadên lîstîkê hatin avakirin."   Ji bo zarok, ciwan û jinan xebat   Canan Uzunay, da zanîn ku di nav xebatan de vekirina akademiya zarokan jî heye û wiha axivî: "Qeyûm li kurdistanê li dijî ziman û çandê êrişan pêk tîne. Li dijî vê yekê em hewl didin ku Mala Dengbêjan li navçeyê vekin. Di vê çarçoveyê de xebatên midiruyeta jinan a şaredariya me didomin. Her wiha li Bostanîciyê avahiyek me heye û em ê bikin Navenda Jiyanê ya Jin û Ciwanan. Di nav de kursên enstrumanan bidin, kursên xwendin û nivîsandina bi kurdî bidin destpêkirin."   Canan Uzunay, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi ciwan, zarok û jinan re hatin cem hev û me di çarçoveya daxwazên wan de plansaziya stratejîk a 5 salan derxist. Em di vê bingehê de xebatên xwe didin meşandin."