ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-09 09:00:00     * Nûnerên partiyên siyasî ku bertek nîşanê qeyûman dan gotin: “Îro bi siyaseta qeyûm dixwazin mafên me ji destê me bigirin. Sibê wê azadiya me jî ji destê me bigirin. Ji ber vê jî divê em gel xwedî li îrade û azadiya xwe derkevin. Roj roja şandina kesên ku qeyûm tayîn kirinê ye. Em banga têkoşînê li hemû gelan dikin.” BI DÎMEN    * Girtiyê siyasî yên jin yên li girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, di nameya ku şandin de diyar kirin ku binpêkirinên mafan yên di çapemeniyê de tên dîtin hîn zêdetirin. BI DÎMEN    * Ji Akademiya Jinan Fîgen Aras derbarê parastina cewherî de axivî û got tundiya li hember jinê şerekî li hember nasnameya jinê ye û got: “Di serî de modernîteya kapîtalîst hemû pergal dixwzin civakan parçe bikin û bi dest bixin. Ew civak nûnerên civaka xwezayî ne. Civaka xwezayî dijminê herî mezin yê modernîteya kapîtalîste.” BI DÎMEN    *Parêzer Zeynep Can di zêdebûna tundiya li ser jinê de balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha vegot: “Çavkaniya vê pergale. Li cihekî pergala serdest a mê hebe li wir jin tundiyê dibînin û tên qetilkirin.” BI DÎMEN