ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-21 09:00:00     *Aktîvîsta Afgan Fatîma Etîmatî da zanîn ku îro ne tenê li Afganîstan, Îran, Pakîstan, Kurdistan û Afrîkayê li her derê jin bi tundiyê re tên rû hev û got di vir de giraniya jinbûnê pir cuda ye.   *Hîkmet Demîr ku piştî erdhejê di konteynirê de masîvansiyê dike diyar dike ku divê jin kargehên xwe vebikin û got ancax bi yekitî û piştevaniyê dikarin bi ser kevin. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Kîbriye Evren der barêbandora zimanê zayendperest a li ser tundiya li ser jinan axivî û got tundiyek biz iman tê afirandinê heye.  Kîbriye Evren got gotinên zayendperet û heqeretên li jinan ji polîtîkayên desthilatdariyê serbixwe nîne û divê çapemenî zimanê xwe baş bide runiştandin. BI DÎMEN   *Rojîn Kabaîş ku winda bû cenazeyê wê 18 roj şûnde hat dîtin. Di wê pêvajoyê li gel sersariya hat kirin, biryara veşartina li ser dosyayê û nelêkolînkirina telefonê nîşan dide ku hinek tên parastin. DÎMEN HEYE   *Li Îzmîrê zarokek 13 salî ji ber AIDS’ê jiyana xwe ji dest dabû.  Prof. Doktor Munevver Kaynak Turkmen der barê mijarê de axivî û got li Tirkiyeyê bûyerên bi vî rengî zêde bûne divê hişmendibûna civakê bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Jinên qetilkirin û rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş nirxandin wiha gotin:"Tiştên malbat û parêzerên Rojînê nizanîbûn li ser medyaya dîjîtal belav bûbûn, hinek tên parastin. Dixwazin xelk bawer bikin ku Rojînê xwe întixar kiriye." DÎMEN HEYE