Ji Kadikoyê bang kirin:Em ê cîhanek bê tundî ava bikin 2024-11-24 21:01:52     STENBOL- KCDP, meclîsa jinan û federasyona femînîstên ciwan çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî pêk anîn û peyama wê têkoşînê bidomînin dan.   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Meclîsên Jinan û Federasyona Femînîstên Ciwan li ber Operaya Sureya a Kadikoyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinan  a Navneteweyî çalakîpêk anîn. Endama MYK’a DEM Partiyê û Kordînasyona Jinan a navendî Canan Çalagan, seroka xebatên jinan a Partiya DEVA ya Stenbolê Nalan Ilgin, Berdevka partiya EHP’ê Ozgen Akman, Serokwekîla Baroya Stenbolê Rukiye Leyla Suren û gelek jin tevli bûn.   Dayika Ceyla Yuksel ya 20’ê tebaxa 2020’an de li Bornova ya Stenbolê hat qetiklirin, Fîlîz Demîral axivî û da zanîn ku AKP ji jinan çi dixwaze.   Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav jî axivî û daxuyakirin ku li dijî qetilkirina jinan li her qadê wê têkoşîna xwe bidomînin û cîhaneke bê tundî wê bi têkoşîna xwe ava bikin.   Li ser navê Federasyona Femînîstên Ciawn Guneş Akşahîn jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn k udi mehekê de 84 jin hatine qetiklirin û  got hikûmeta AKP’ê bi her awayî destê wan de dimîne.   Sekretera giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîlm jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Em ê dereng an jî zû tundiya mêr, pergala binpêker biqedînin. Em ê ji van xilas bibin. Di serî de jî em ê ji AKP’ê xilas bibin.”   Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.