'Qeyûm ji polîtîkayên şerê taybet re zemînê ava dike' 2024-11-25 09:03:29   Neslîhan Kardaş   WAN - Ayşe Mînaz ku ji bo hevşaredariya dema berê ya Tuşbayê hat hilbijartin lê ji ber mazbata nedabûn HDP’ê, hevşaredartiya xwe nekir wiha got: “Qeyûm ji polîtîkayên şerê taybet re zemînê ava dikin. Li aliyekî destê aştiyê tê dirêjkirin li aliyê din jî qeyûm tên tayînkirin. Di vir de nakokiyek mezin heye.”   Polîtîkayên qeyûm ji 2016’an heta niha didomin. Di ser hilbijatinên 31’ê Adarê de 3 meh derbas bibû 5’ê hezîranê de qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê kirin, 31’ê cotmehê de tayînê ya Esenyurt a CHP û 4’ê mijdarê de jî tayînê şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin. 22’ê Mijdarê de jî tayînê şaredariya Dêrsîm a DEM Partî û Pulur a CHP’ê kirin.   Bertekên li dijî qeyûm didomin. Ayşe Mînaz ku di 2019’an de ji bo şaredariya Tuşbayê hat hilbijartin lê ji ber mazbata nedabûn HDP’ê, hevşaredartiya xwe nekir, polîtîkayên qeyûm nirxand.   Ayşe Mînaz da zanîn ku di demên dawî de li ser tevgera Kurd zextên cidî hene û got: “Bi qeyûman re ev baş tê dîtin. Sê dem in qeyûm tên tayînkirin. Heman desthilatdarî ji heman encamê xilas nebû. AKP dixwaze welat ji demokratîkbûnê dûr bixe û bike zemînên ne qanûnî. Îradeya gel nas nake. Bi vê civakê giştî nas nake. Ev qeyûm ne nû ne. Demek dirêj e li hember tevgera siyasî ya Kurd ev tê jiyîn. Qeyûman tayînê şûna hevalên me dikin û mixabin sûcdariyên ne di cih de dikin.”   ‘Di şexsê hevşaredaran de qeyûm tayînê hemû gelan tê kirin’    Ayşe Mînaz bi lêv kir ku ew hatine terorîzekirin û qeyûm tayînê şûna wan hatine kirin û wiha dirêjî dayê: “Di demên ewil û duyemîn de bi hincet tayîn dikrin. Lê piştre nikaribûn hinceta jî bidin pêş. Şevekê de der barê hevşaredar de lêpirsîn tê destpêkiri nû qeyûman tayînê şûna hevalên me dikin. Di esasê de qeyûmên tên tayînkirin di şexsê hevşaredaran de tayînê gel tên kirin.”   ‘Êrîşê îradeya jinan dikin’   Ayşe Mînaz bi lêv kir ku desthilatdarî dema qeyûman tayîn dike êrîşê îradeya jinan dike û wiha domand: “Rêveberiyên herêmî yên demokratîk mekanîzmayek pir girîng e. Di avahiyek şaredariyê de sînor nîne. Qeyûm darbeyek cidî ya li demorkasiyê ye. Desthilatdarî ji bo xwe heyî bike êrîş dike. AKP-MHP demên dawî de bang dike û ev bi aliyên demokratîk re kelecanê ava dike. Lê li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin li aliyê din jî qeyûman tayîn dikin.”   ‘Bi qeyûman zemîna polîtîkayên şerê taybet ava dike’   Ayşe Mînaz bi lêv kir ku qeyûm tayînê îradeya jinan bûye û roj bi roj polîtîkayên şerê taybet li herêmê belav dibin û wiha dawî lê anî: “Mixabin qeyûm li herêmê ji polîtîkayên şerê taybet re zemînê ava dikin. Ev zemîn mudaxaleyên qadên jinan yên di şaredariyê de jî dikin. Navendên Jinan yên Jiyanê  digirin. Stargehên jinan digirin. Îstasyonan digirin. Xebatên jinan yên şaredariyan hinekan nerehet dikin. Ber bi 25’ê Mijdarê ve em qeyûman nîqaş dikin. Jin hedef  tên girtin. Dixwazin jinan tune bikin. Lê têkoşîna jinê esas e. Kes nikare vê bidarizîne tune bike.”