Li dijî tundiya mêr- dewetê meşa girseyî: Dest mede îradeya min 2024-11-25 14:23:43     ÊLIH - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku di çarçoveya hemleya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de li Êlihê beşdarî meşa 25’ê Mijdarê bû,  wiha got: “Qeyûm tundî ye. Êrîşa li dijî îradeyê ye. Ew gelên ku teslîm bibin û li hemberî tundiyê dernexin dixwazin. Lê ew ê tu carî negihîjin tiştê ku dixwazin.  Lê wê li her deverê li çalakiyên jinan biqelibin."   Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Jinên li Parka Yilmaz Guney li hev civiyan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Batmanê" û "Zext me natirsînin" ber bi Çerxerêya Basînê ve meşiyan. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Gulcîhan Kaya ya ku di çalakiya qeyûm de cih girt û kurê wê rastî îşkenceya polîsan hat û mamoste Sîbel Suna jî beşdarî meşê bûn.   Di meşa ku pankarta "Em li hemberî tundiya mêr û dewletê ber bi Şoreşa jinê ve dimeşin" hat vekirin de, wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Jinan jî dirûşên, "Qeyû derbe ye", "Berxwedan didome", "Ne qeyûm ne talan dîsa jin dîsa jiyan, "hatin berzkirin Welatiyan bi tilîlî, çepik û dirûşman piştgirî dan meşê.   'Felsefeya Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve'   Girseya ku gihişte Xaçerêya Basînê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" gihişt lûtkeyê. Hevseroka Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz li vir axivî û diyar kir ku gelê bajarê berxwedanê Êlihê rê nade polîtîkayên qeyûman. Songul Korkmaz, anî ziman ku şîdeta dewleta mêr wê winda bike û got ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.   Aktîvîsta TJA'yê Hava Can jî diyar kir ku ew ê li dijî tundiya mêr têkoşîna xwe mezin bikin.   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan: Dê li berxwedana jinê biqelibin   Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku desthilatdariya têkçûyî êrîşên xwe yên li dijî hêza têkoşîna jinê zêde kirine. Ayşegul Dogan berxwedana dayikan silav kir û wiha got: “Dayikên berxwedêr parastina ziman, çand û hebûna xwe didomînin. Gelê bajêr ji 4’ê Mijdarê ve li dijî êrîşên li ser vîna jinê li ber xwe dide. Em weke jin li dijî zîhniyeta ku vîna jinê nas nake em ê qadan neterikînin. Em ê vîna xwe radestî kesî nekin. Tişta ku kolan dibêje em ê esas bigirin. Ger ku kolan bêje berxwedan ji bo îradeyê em ê heman tiştî bikin. Qeyûm dizane ku di berxwedana vî gelî de tu gav paşde nayê avêtin. Ji ber vê yekê êrîş dike. Lê belê dayik bi taybetî jî dê ji berxwedana xwe tu gavê paşve navêjin.”   Ayşegul Dogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûxandina qeyûman û wiha got: “Qeyûm dizî, talan û xesp e. Ew nikarin di nav gel de xuya bibin. Li pişt dîwarên beton pereyên xelkê didizin. Qeyûm şêweyek tundiyê ye. Êrîşa li dijî îradeyê ye. Me ev tundî di berxwedanên li dijî qeyûman de dît. Ew gelên ku teslîm bibin û li dijî tundiyê deng dernexin dixwazin. Lê ew ê tu carî negihîjin tiştê ku dixwazin. Wê li herderê li berxwedana jinê biqwelibin. Ti hikûmet nikare li hemberî têkoşîna jinê bisekine. Hemû winda bûn. Jin jiyan felsefeyeke azad e. Niha jî êrîşî vê felsefeyê dikin. Êlih bajarekî ku dewlet di her serdemê de polîtîkayên xwe yên qirêj dixe meriyetê ye. Polîtîkayên qirêj ji salên 90’î û vir ve her tim tên meşandin. Çawa ku beriya hilbijartinê têk çûn, wê dîsa têk biçin. Polîtîkayên we yên qirêj wê bi ser nekevin."   Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.