Derbarê xespkirina îradeyê de daxuyanî 2024-11-25 15:12:09   DERSIM - Seroka Komeleya Çanda Elewiyan Seher Kultûr di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin de axivî û got, “Sibê sindoqê bînin vir û sindoqê deynin. Bila ev kes careke din helwesta xwe nîşanî we bidin. Ez dixwazim ku ew careke din li ser sindoqê bersiva tiştên ku we kirine bidin we."   Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên DEM Partiyê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê, Saziyên Elewiyan ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman li ser qada çarşiya bin erdê li hev civiyan.  Girse ji vir heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên "Kayîm ji Dêrsimê bicehime" berz kirin.   Piştre li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.   'Em vîna talankir red dikin'   Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû ku ewil axivî, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman êrîşî bawerî, ziman, çand û xwezayê tê kirin.  Alî Kenanoglu der barê axaftinên pêvajoya aştiyê de ev tişt got: “Tişta ku hûn dibêjin aştî ne tenê lihevkirina sê-çar kesên li jor e. Mafê tevahî lihevkirina civakê ye. Ger hûn desthilatdarên ji aliyê vî gelî ve hatine hilbijartin red bikin, hûn nikarin vîna jiyana bi hev re nîşan bidin. Di vî warî de em ji Dêrsimê careke din diyar dikin ku ev gel vê îradeya dagirkeriyê, vê îradeya talanê red dike.”   'Zihniyeta qeyûm monîst û înkarker e'   Piştre Serokê Navenda Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cuma Erçe axivî û diyar kir ku qeyûm tayînî saziyên olî jî dikin û got, “Yên ku pereyan didin şîrketên madenê û bi danîna bendavan ava me zuha dikin, nûnerên vê zîhniyeta qeyûmê ne ku tayînî paestegeh û avahiyên me yên baweriyan dikin û îro ev zîhniyete ku qeyûm tayînî şaredariyan dike.   Ji ber vê yekê zîhniyeta qeyûm,  monîst, înkarker, asîmîlasyonîst û înkarker e."   'Em ê li dijî feraseta faşîst bibin dengê we'   Serokê Komeleya Elewî Bektaşiyan Mustafa Aslan diyar kir ku ew ê li dijî qeyûman bi gel re di nava piştevaniyê de bin û got, "Em ê li Colemêrg, Esenyûrt, piştre Mêrdîn, Êlih û Xalfetî, îro jî li Dêrsim û Pilûrê li dijî zîhniyeta qeyûm têkoşîna xwe bidomînin. Bila bavê qenc Munzur Baba heval û alîkarê we be ku li dijî vê feraseta faşîst li her derê bibe dengê we."   'Gelê Dêrsimê wê destûrê nede vê yekê'   Seroka Komeleya Çanda Elewiyan Seher Kûltûr ev daxuyanî da: “Em ê têkoşînê bi hev re zêde bikin. Em ji Komeleya Haci Bektaşî Welî dizanin ku qeyûm tê çi wateyê . Di vê wateyê de, em dikarin pir baş fêm bikin ku hûn çi hîs dikin.  Ez bang li îqtdîdarê dikim û dibêjim;  sibe jî  sindoqan bînin vir û sindoqê saz bikin. Bila ev kes îradeya xwe careke din nîşanî we bidin. Ez dixwazim ku ew careke din li ser sindoqê bersiva tiştên ku we kirine bidin we."   'Em li cem gelê Dêrsimê ne'   Nûnerê Federasyona Meclîsên Sosyalîst Mahîr Gurûz jî diyar kir ku ew ê li cem gelê Dêrsimê bin û got, “Gelê Dêrsimê mîna duh wê serî li ber qeyûman netewînin. qeyûm talan e, îstîsmar e. Em jî li gel gelê Dêrsimê ne."   Hunermend Erdogan Emîr jî got: “ Em ê li dijî her cure neheqiyên li cîhanê bin û li ber xwe bidin. Ev yekitiya li vir a ku di pêşengiya Serok Cevdet û Bîrsen Xanimê de pêk hatiye, rastiyeke vê ye. Em li dijî qeyûman in. Ev neheqiyeke mezin e ku li dijî vîna gel tê kirin. "