Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25'ê Mijdarê 2024-11-25 16:52:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşên girseyî hatin lidarxistin.   Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya rêxistinên jinan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hatin lidarxistin.   Reqa    Bi pêşengiya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê bi sedan jinan bi boneya 25’ê Mijdarê meşek lidar xist. Meşê ji Çerxerêya Pira Kevn a li gundê Kisrayê dest pê kir. Endamên Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, nivîsgehên jinan ên partî û saziyên sivîl û endam û rêveberên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin vekirin.   Meş li têketina bajarê Reqayê sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre berdevka Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Xûd El Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, rêxistinên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna ji bo jiyaneke azad a bêyî tundî diomînin.   Her wiha hate diyarkirin ku dirûşma çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze", dirûşmeke ji rêzê nine û hate gotin "Ev dirûşm pusuleya bidestxistina mafên tevahî jinan e." Di daxuyaniyê de têkoşîna jinan a di pêvajoyên dîrokî de, bi taybetî şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîrxistin û hate gotin, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêz û îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin. Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên civaka sivîl, saziyên jinan û rêxistinên têkildarî mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, sûcên li dijî jin û gelan teşhîr bikin. Di dawiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.   Tebqa    Bi heman minasebetê Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê jî meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û bi sedan kes tevlî bûn.   Meş li ber avahiya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Taxa Sanî veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê berdevka Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Semîra Hebeş axivî. Semîrayê têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna edalet û azadiyê silav kir û da zanîn ku tevî hemû siyaset û hewldanên bi armanca têkbirina vê têkoşînê lê jin li hemberî hemû cûreyên zulm û tundiyê û ji bo jiyaneke bi nasnameya xwe bijîn di nava berxwedanê de ne.   Semîra Hebeş berxwedana jinên li Sûriye, Îran, Kurdistan, Afganistan û tevahî jinan silav kir û got: "Li hemberî pergalên ku tundiyê li ser jinan dimeşînin xeta berxwedanê hilbijartine û ne mumkine ji vê xetê paşde vegerin. Çalakiyên me wd bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" dewam bike heta ku êş û zulma 5 hezar salî bi dawî bibe û edalet ji tevahî jinan re pêk were.”   Hesekê    Bi pêşengiya Kongreya Star bi hezaran jin û mêr ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zergan, Şedadê, Hol û Til Birakê yên kantona Cizîrê, tev li meşa girseyî ya li Hesekê bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, meclîs û tevger û rêxistinên jinan û ciwanan beşdarî meşê bûn. Piştî meşê axaftin hatin kirin.   Rêvebera Kongreya Star Diyana El Abdula di axaftina xwe de behsa bêedaletiya dîrokî ya ku li ser jinan kir û destnîşan kir ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye navenda têkoşîna rizgariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Semer El Ebdula anî ziman ku tundiya li ser jinan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha dewam kir: “Em ê têkoşîna xwe bi pêş bixin û rê nedin binpêkirina mafên jinan û em hemû bi hev re ji bo avakirina civakek azad û demokratîk têbikoşin.   Çalakî bi dirûşmên ku banga azadî û wekheviyê dikin, bi dawî bû.   Girkê Legê    Kongra Star bi heman boneyê li bajarê Girkê Legê jî meşeke girseyî lidar xist. Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Rmêlan, Dêrik, Til Koçer û Cilaxa û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar meşê bûn. Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta navenda sûka bajêr dewam kir. Li wir meş veguherî mîtîngê.   Endamên Kongra Star Şîraz Hemo û Semer Hisên û endama Partiya Yekitiya Suryanan Seydê Hena di mîtingê de axivîn. Di axaftinan de têkoşerên ji bo azadiya jinan xwe feda kiriye, hatin bibîranîn.   Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.   Qamişlo    Li bajarê Qamişloyê bi sedan jin û mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan. Meş bi beşdariya şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê, endamên rêxistinên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û jinên enternasyonalîst ji pêşiya Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir.   Di meşê de pankartên bi zimanên kurdî, erebî û gelek zimanên din hatin vekirin û wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Beşdaran dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Na ji dagirkeriyê re", "Bijî berxwedana dayikên şehîdan" berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî. Li vir endama Desteya Rêveber a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer bi navê Kongra Star axivî. Emîne Omer berxwedana jinan silav kir û tundiya li ser jinan şermezar kir.   Emîne Omer bidawîkirina çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê ragihand û got: "Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û tevahî beşên civakî bi sedan semîner hatin dayîn û bi dehan panel û komxebat hatin lidarxistin. Piştî vê meşê çalakî bi dawî dibin."   Emîne Omer diyar kir ku bi birêxistinbûn û têkoşîna hevpar a jinan dê dawî li tundiyê were û got dê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşînê mezin bike.   Rêvebera rêxistina Kongra Star a bajarê Til Hemîsê jî bi boneya 25'ê Mijdarê tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got wek tevgereke jinan dê têkoşînê bidomînin ta tundî bi dawî bibe.   Mîtîng bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.