Jinên êzidî li dijî cezayê darvekirinê name şandin 2024-11-26 12:02:37       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzidî li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê li jinan hatiye birîn nameyek ji saziyên pêwendîdar re şandin.   Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî biryara darvekirinê ya ji bo çalakvanên mafên jinan Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, nameyek nivîskî şandin ji Saziya Mafên Jinan ya Ewropayê û Merceyî Şîa ya Iraqê re şandin.   Naveroka nameyê bi vî rengî ye:   "Di dîroka mirovahiyê de bi hezarê salan ji aliyê desthilatdaran ve gelên bindest her dem rastî zilm bê edaletî û bê mafiyê hatine. Ev 5 hezar sal in, bi hişmendiya baviksalarî, hişmendiya netewperestî, nijadperstî, zayendperstî li ser gelên bindest, taybet li ser jinan hemû rêbazên tundiyê di meriyetê de ye.    Bêgûman gelek rêbazên qirkirinê hene, yek ji wan rêbazan, sîstem ango hişmendiya darvekirinê  ye. Rejîma Îranê bi salan e li ser civakên, Kurd, Faris, Belûc, Azerî, Ereb  her wekî din, sîstemek darvekirina mirovan taybet li ser jinan pêk tîne. Her ku diçe van kiryarên xwe ya der qanûnî û mirovî rewa dike. Dewleta Îranê xwe bi dewleta Îslamî binav kiriye, bi navê demokrasî û wekheviyê dipeyive, lê ji sîstema îslamiyetê derketiye bûye sîstema darvekirinê. Li ser jinên Îranê zaxtek zêde ya derûnî, tundî tê meşandin, li ber çavê cîhanê Girtîgeha Evîn ya jinan li Îranê vegeriyaye girtîgeha îşkence, kuştin û qirkirina jinan.”   Dewleta  Îranê  tenê di sala 2024 an de 831 kes yê ku tê zanîn darve kirine û bi sedan jî li benda biryara darvekirinê ne. Mirov bê ku werin dadgeh kirin têne bidar vekirin, ev kiryar ne li gor ola Îsamî ye û ne jî li gor zagonên mafê mirovane û zagonên mafê mirovan bin pê dike. Ruxmê vê yekê civakên navdewletî li hemberî vê zilmê bê deng û bê helwest in.   Van demên dawî biryara darvekirina jina kurd rojnemevan Pexşan Ezîzî û çalakvana sivîl Şerîfe Mihemedî hat dayîn. Herî dawî jî, ji milê rejîma Îranê ve biryara darvekirina  çalakvana mafê jinan, jina kurd Werîşe Muradî hat dayîn. Bi darvekirinê dixwazin dengê tekoşîna jina azad û civaka azad bê deng bikin, gelo maf parastin sûce? Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) biryara darvekirinê qebûl nakin, êş û tekoşîna jinên Rojlilatê kurdistan û Îranê êş û tekoşîna xwe dibînin. ji bo avakirina jiyanek azad û demoratîk, em dibêjin bila êdî dawî li vê sîstema darvekirinê  bê anîn, ev biryarê cezayên der mirovî demildest bêne rakirin.   Di dawî de weke TAJÊ ji bo dawîanîna li vê sîstema darvekirinê bang li saziyên mafên mirovan, civaka navneteweyî, saziyên jinan dikin ku pêşiya vê kerasetê bigirin, erk û berpirsyartiyên  xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin."