ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-27 09:00:00     * Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan, diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Ji bo aştiyê destê xwe dirêjkin" bi gelek derdoran re hevdîtinê pêk tînin û got: "Em banga piştevaniyê li her kesî dikin û em di daxwaza pêkanîna aştiyê de bi israr in." BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Geyîk wêneyê berxwedana jinan a di 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Karakoyê bilind bû nirxand û got: “Jin Jiyan Azadî reçeteya jiyana mirovahî ye. Me got ku em sedema têkoşîna hev in. Bi hêza ku ji vir hatiye girtin wê jin li kolanan bin û ji bo hev têbikoşin." BI DÎMEN