Seroka MKG’ê Roza Metîna ku hatibû binçavkirin hat berdan 2024-11-28 20:21:44   AMED - Ji kesên ku navenda wê Eskîşehîr bû di serdegirtina malan de li Amedê hatibûn binçavkirin û nav de seroka MKG’ê Roza Metîna jî heye, 7 kes bi tedbîra kontrola edlî hatin berdan û 5 kesên bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hatibû kirin, ji aliyê dadgeriyê ve hatin berdan.    Di çarçoveya lêpisîna ku serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê dabû destpêkirin de ji kesên hatibûn binçavkirin,7 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan û 5 kes jî bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hatin kirin.   Li Amed,Şirnex, Dêrsîm, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Çanakkale û gelek bajarên din 26’ê mijdarê de bi ser malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Piranî kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, hîna binçavan de ne.   Di çarçoveya lêpirsînê de der barê kesên cuda de jî biryara binçavkirinê heye. Bibiryara serdozgeriya komarê ya Eskîşehîrê îfadeyên rojnameger û nivîskaran li Amedê  hat girtin.  Rojnamegeran bi SEGBÎS’ê îfade dan.    Kordînatorê Pirtûka Kurdî Baver Yoldaş û Fîgen Mamedoglu Alp piştî îfadeyên wan girtin hatin berdan. Seroka Komeleya Rojanemgerên Jin a Mezopotamyayê(MKG)  Roza Metîna, karîkatorîst Dogan Guzel, nivîskar û wergervan Omer Barasî,Kordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Yoldaş, Fîgen Mamedoglu û Berfîn Atli jî bi daxwaza kontrola edlî sewqê dadgeriyê hatin kirin. Kesên sewqê dadgeriyê kirin hatin berdan.   Ceyhun Tagu , Abdurrahman Aydin, Ahmet Hicri Îzgoren, Emrah Kelekçîler, Ahmet Sumbul yên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê kirin jî ji aliyê dadgeriyê ve hatin berdan.   Kar û barên îfadeyên kesên li Eskîşehîrê hatine binçavkirin jî wê sibê bidome.