Tahliyeya Guler Bîlen ya 32 sale girtiye hat taloqkirin 2024-11-29 18:23:01   ÎZMÎR - Tahliyeya girtiya nexweş Guler Bîlen ya 32 sale giritye û li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye carek din hat taloqkirin.   Dihat payîn ku îro girtiya nexweş Guler Bîlen ya 32 sale giritye û li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye, bê tahliyekirin. Lê tahliyeya wê mehek din hat taloqkirin. Der barê Guler Bîlen ku demek kurt mabû ji tahliyeya wê re du lêpirsîn hat vekirin û ji lêpirsînekê berat kiribû. Hat hînbûn ku der barê lêpirsîna din de cezayê dîsîplînê heye û ji ber înfaza wê temam nebûye bi hinceta rewşa baş tuneye nehatiye tahliyekirin.    Parêzerê Guler Bîlen daxuaykirin ku berê jî sê mehan tahliye hatibû taloqkirin û ji îro şûnde cezayê dîsîplînê qedyaye lê ji ber lêpirsînek nû nehatiye tahliyekirin.