Li dijî avabûna cîhadîstan a li Rojhilata Navîn her kes temaşevan e 2024-12-18 09:03:20   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Lêkolîner Hamîde Rencus da zanîn ku li Sûriyeyê jî dixwazin wek dewletek cîhadîst a wek Afganîstanê bê avakirin û li Rojhilata Navîn navendek çeteyan a cîhadîst bê avakirin. Hamîde Rencus got ewlehiya canê aliyên sekuler tuneye û tevî van xetereyan sosyalîstên Tirkiyeyê temaşevan dimînin.   Çeteyên cîhadîst  Heyet Tahrer El Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de li Sûriyeyê dest bi dagirkeriyê kirin û aliyê din jî hevdîtinên bi heyetên navneteweyî re didome. Lêkolîner Hamîde Rencus der barê mijarê de axivî û got aliyên sosyalîst ên Tirkiyeyê li dijî rewşê temaşevan dimînin.   ‘Demografî guherî, çete û malbatên wan hatin bicihkirin’   Hamîde Rencus da zanîn demografî guherî, çete û malbatên wan hatin bicihkirin û wiha got: “Ji ber şer demografî guherî. Li Îdlîbê ku HTŞ’ê êrîş kir, çete û malbatên wan hatin bihcikirin. Gelê wir koçber kirin. Hemû cîhadîstên hatin tehliyekirin, li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine bi malbatên wan re hatine bicihkirin. Şêniyên wir hebûn. Efrîn herêma Kurdan bû. Lê Kurd neman. Erebên cîhadîst qebûl nedikirin jî heman. Mirovên wir hîna jî koç dikin. Beşek Sûriyeyiyan koçî Lubnanê kir. Lê kesên ji ber êrîşên Israîlê sînor derbas nekirin ewlehiya wan tuneye û nikarin vegerin, bi birçîbûnê re  rû bi rû ne. Li Sûriyeyê kaosek cidî heye.”   ‘Aliyê sekuler bi komkujiyan re rû bi rû ne’   Hamîde Rencus diyar kir ku ji qadê agahiyên zelal negirin jî ji gundên Elewî peymanên bi deng yên wek bi komkujiyê re rû bi rû ne tên şandin. Hamîde Rencus wiha anî ziman: “Li Lazkiye û Tatus Îl Şamêne tenê Elewî welatiyên ji çeteyan direvin hene. Di vê pêvajoyê de serjimara Lazkiye derket 5 qatî. Ev ne tenê li hember Elewiyan li hember aliyên Sekuler jî tehdîd e. Piranî Sunî û Ereb, Ermenî û Xiristiyan jî bi fikar in.”   ‘Piştî dagirkirinê NDF hat gel hev’   Hamîde Rencus di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Aliyên Sekuler Beşar Esad wek sîgorteya jiyanê didîtin û bêyî wî Sûriyeyek nedifikirîn. Komek wan a berxwedanê tunebû. Ligel artêşê berxwedêrên dildar Yekîneyên Paratina Gel (NDF) hebû. Ev kom serbest hatibûn berdan. Ji ber hewcedariya artêşê bi wan tuneye belav bibûn. Lê niha bi êrîşên HTŞ’ê re hatin gel hev. HTŞ tirsê diafirîne lê nikare pêvajoyê temam bike. HTŞ ne xwedî îradeya ku cîhadîstên daxwazên wan ji hev cuda yên bin banê xwe de kontrol bike.”   ‘Ewlehiya wan tuneye’   Hamîde Rencus destnîşan kir ku piştî dagirkirinên HTŞ’ê  ji jinên serê wan vekirî pirsa ‘tu Elewî ye an na’ pirsîne û got: “Ev tiştên wisa wê zêde bibin. Bêjin Elewî ne her tiştî ji dest digirin. Ji malên wan dikin. Kes jî Elewibûnê înkar nake. Nekujin jî wêran dikin. Elewiyên Ereb cihekî wan yên biçin tuneye. Tenê dikaribûn bên Tirkiyeyê. Ji bo Ermeniyan jî wisa ye. Gelê wir ewlehiya wan tuneye. Pêşengên Elewiyan hîna desthilatdarî nû bû pîroz kir. Gotin ew jiyanek wehev dixwazin. Ev jî ji ber tirs û fikaran bû."   ‘Gel dibêjin Rûsya û Îranê îxanet kiriye’   Hamîde Rencus daxuyakirin ku di carekê de ketinek hatiye jiyîn û kesî ev ne dipa û got ji ber vê sedemê Sûriye di 12 rojan de hatiye teslîmkirin. Hamîde Rencus wiha dirêjî dayê: “Lê gel dibêje Rûsya û Îranê îxanet kiriye. Piraniya gel dibêjin Esad nereviyaye, bê bandor hatiye hiştin. Hemû Sûriyeyî dizanin ku ji ber ligel berxwedana Fîlîstînê cih girtine bedel dane. Piştî evqas bedeldayîn şûnde nêzîkatiyek nerm a Israîlê ne pêkan e. Mixabin dagirkirina Israîlê ji aliyê tu kesî ve nehat şermezarkirin jî. Hîna nû welatên Ereb şermezar kirin. Ew jî ji bo dîtîbarî bû. Em dikarin bêjin rûpela Sûriyeyê hat girtin a Israîla Mezin vebû. Yên gel bifikirin tune ne. Tirkiye ji bo komên alîgirê xwe tevli pêvajoyê bike dixebitî. Hemû alavên Israîlê Tirkiye dişîne. Bazirganî didome. Tirkiye ji vê nerehet nabe. Pêvajo dişibe Lîbyayê.”   ‘Tirkiyeyê bi destê xwe ji xwe re xetere afirand’   Hamîde Rencus diyar kir ku Tirkiye dixwaze Tirkmenan serdest bike, nava demê de wê nav xwe de bi Tirkmenan re jî bikevin pevçûnan û wiha got: “Xetereya herî mezin;Tirkiyeyê bi destê xwe li paş serê xwe cîhadîst ava kirin. Sînorên wan ewlehiya wan tuneye. Ev kes li xwediyên xwe guhdar nakin ji ber vê jî nayê zanîn ku wê kengî vegerin û pêve bidin. Yekane fikara wan heye, ji bo kesên ku jê mûçeyên xwe digirin xizmetê dikin. Leşkeriya bi pere wiha ye.”   ‘Rojhilata Navîn ket serdemek nû, veguherî Afganîstanê’   Hamîde Rencus da zanîn ku li Sûriyeyê jî dixwazin wek dewletek cîhadîst a wek Afganîstanê bê avakirin û li Rojhilata Navîn navendek çeteyan a cîhadîst bê avakirin. Hamîde Rencus got ewlehiya canê aliyên sekuler tuneye û tevî van xetereyan sosyalîstên Tirkiyeyê temaşevan dimînin.   Hamîde Rencus di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şer gelan qetil dike, ji warên wan dikin û got divê hemû kes li dijî mudaxaleyên emperyalîst, şeran dengên xwe bilind bikin.