‘Lêpirsîna Narîn Guran bi profesyonelî nehat meşandin’ 2024-12-18 09:04:38   Şehrîban Aslan-Pelşîn Çetînkaya    AMED - Parêzera dosya Narîn Guran Canan Atabay wiha got: “Li gorî min dosyayeke ku divê hîn profesyonel û hîn lezgîntir, baştir bihata meşandinê bû. Lê em dibînin ku tecrubeyek wisa ya hêzên ewlehiyê tuneye. Ji ber vê jî hinek alozî hene.”   Li navçeya Rezan a Amedê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de winda bû û 8’ê Îlonê de cenazeya wê hat dîtin. Ji her alî civakê banga xwedîderketina ji bo dosya Narîn Guran tê kirin. Her çiqas di lêpirsînê de qelsî hebin jî doz bi bertên civakê heta îro hat. Der barê çar gumanbaran de jî ji sûcê ji qestî kest kuştin cezayê muebetê tê xwestin.   Parêzera BaroyaAmedê û dosya Narîn Guran Canan Atabay der barê bûyerê de axivî.   ‘Wek ya Narînê xwedîderketin çênebû’   Canan Atabay balkişand ser dosya Narîn Guran ku di rova Tirkiyeyê de cihê xwe girtiye û wiha anî ziman: “Ev cînayet di rojeva rayagiştî de rûnişt. Civakê bertekên mezin nîşan dan. Civak êdî qe nebe mijara tundiya li ser jin û zarokan bertek nîşan didin û di vê dosyayê de me dît. Lê piştre hinek pêşketin çêbûn. Piştre bûyera Rojînê bû. Çend bûyerên din bûn. Heman bertek nehat nîşan dan. Vê jî nîşan da ku  xwedîderketin têr nekir.”   Daxwaz hatin redkirin   Canan Atabay daxuyakirin ku runiştina duyemîn 26’ê Kanûnê de wê bê dîtin û navbera runiştina yekemîn û ya duyemîn de serokê dadgehê nesekinî. Canan Atabay wiha domand: “Her tim biryarên navberê, hinek delîl, girtina raporan, rapor teblîgê gumanbar û me parêzeran hat kirin. Herî dawî dozger mutala da. Esa mutalayê de heta 26’ê  mehê ji bo em parastinên xwe bidin dem hat dayîn.  Baroyê dîmen û daxwaz pêşkêş kirin. Ev hatin nirxandin. Vê çarçoveyê de lêpirsîn hewl hat dayîn li salonê bi baldarî bê meşandin. Hinek daxwazên me jî bi hinceta delîl ji xwe hene hatin redkirin. Li gorî derketina holê ya gumanbaranû di asta parastinê de geşedanên cidî çêbûn.”   Canan Atabay di berdewamiyê de anî ziman: “Nîqaşên ‘sînyala baz’ hene. Hinek xebat wek delîl nû ketin pêkanîna me.  Ji ber vê hem hiqûqnas hem pisporên kar hîna baş ev fêm nekirine.”   ‘Bûyereke organîzekiriye’   Canan Atabay diyar kir ku dosya Narînê xerabitiyeke organîzekirî ya li gund pêk hatiye û wiha bi lêv kir: “Ji bo delîl û kujer dernekevin holê mirov organîze bûne. Ji bo ev bûyer bê manîpupulekirin mirovan her tişt kir. Ev jî vê dosyayê ji yên din cuda dike. Bûyer pir kirin magazînî. Ev jî vê dosyayê ji yên din cudatir dike. Ji ber pir zêde kirin magazînî.”   Aliyê sedemê tê nîqaşkirin   Canan Atabay wiha dirêjî dayê: “Çima cînayet hatiye kirin, sedem çiye ev girîng in. Ev dibin sedema cezayê girankirî. Narîn hat qetilkirin. Di dosya Narînê de sedemên cenazeyên girankirî hene. Lê sedem jix we pir ne girîng e. Rewşa mirinê naguherîne. Bûyera Narînê bi hinek aliyên siyasî re neheretî afirandiye. Ji ber vê jî ev dosya cudaye. Lê tevî van hem dozger hem dadger bi ser bûyerê de bi tîtîzî çû û delîl kom kirin. Niha 4 kes tên darizandin.”   Canan Atabay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji serî de lêpirsîn qels bû. Piştre ji bo lêpirsîn bi bandor bê meşandin talîmat ji dozger hat girtin û piştî vê lêpirîn bi bandor hatiye meşandin. Tevî delîl hatin reşkirin jî li gorî min pêş ketin di dosyayê de heye. Li gorî min dosyayeke ku divê hîn profesyonel û hîn lezgîntir, baştir bihata bihata meşandinê bû. Lê em dibînin ku tecrubeyek wisa ya hêzên ewlehiyê tuneye. Ji ber vê jî hinek alozî hene.”   Canan Atabay ji bo rayagiştî bang kir û wiha got: “Min dît ku hinek alî û kes dixwazin ji vê dosyayê fêdeyê bigirin. Di alî magazînkirina bûyerê de ev tiştekî nebaşe. Divê xesas nêz bibin. Ez bang li hemû civakê û rayagiştî dikim, li hember dosyayên cînayetên jin û zarokan hîn xesastir û xwedî hişmend bin.”