7 roj û 7 şevan li erdê ma: Taybet Înan 2024-12-18 09:07:42   Gulîstan Gulmuş   ŞIRNEX - Jinên Kurd bi laşên xwe yên ne zindî jî dibin destan. Keça dayika Taybet, ku bedena nasnameya Kurd bi canê xwe da, Şaristan Algan di 9’emîn salvegera qetilkirina dayika xwe de got: “Em hene û em ê her tim hebin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji doza xwe bernadin.”   Di salên 90’î de piştî şewitandin û valakirina gundan, navbera 2015-2016’an de li Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin jiyîn û li wir di her cureyên êrişên pêk hatin de qirkirina Kurdan pêk hat. Tevî her tiştî Kurdan şûnde gav navêtin û têkoşîna xwe domandin.   Li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê jinan di eniya pêş de cih girtin û xwestin zarokên xwe, axa xwe biparêzin. Jin li vir bûn kirde. Sêvê, Pakîze, Fatma û bi sedan jinên din. Bêguman Dayika Taybet ya ku  bû strana berxwedana Kurdan.   Dayika Taybet kî ye?   Taybet Înan di 19’ê Kanûna 2015’an de li taxa Nuh a Sîlopiyê li kolana 58’emîn de dema ji mala cîranan vedigeriya ji aliyê leşkeran ve hat qetiklirin. Cenazeya Taybet Înan 7 roj û 7 şevan li  kolanê ma.   Tiyê wê ku çû xilas bike jî hat qetilkirin   Birayê hevjînê wê Yusuf Înan ku bihist dayika Taybet hatiye qetilkirin, xwest biçe bîne. Lê Yusuf Înan jî li kolanê hat qetilkirin. Piştre hevjînê wê Halît Înan xwest biçe alîkariyê. Lê ew jî birîndar bû.   ‘Nivîskarê vê komkujiyê dewlete’   Kurê Dayika Taybet di nameyeke nivîsandibû de wiha got: “We dayika min qetil kir. Zarokên we hene gelo, zarokên we tunebin jî xwediyên we hene. Ez nabêjim ev êşek çawaye, lê pir girane. Dayika min 7 roj û 7 şevan li erdê ma, bi bîrîndarî bi rojan ma. We dayika min qetil kir. Nivîskarê vê komkujiyê dewlete.”   Piştî Dayika Taybet keça wê Heznî Înan jî hat qetilkirin   Keça Dayika Taybet, Heznî Înan jî di qedexeyên derketina derve de li taxa Cudî ya Cizîrê di bodumekê de hat qetilkirin. Desthilatdariyê îdia kir ku Taybet înan ji aliyê PKK’ê ve hatiye qetilkirin.  Lê rapora otopsiyê ev rizand û aşkera bû ku segvanan gule barandiye.   Piştî 9 salan şûnde: Em ê her tim aştiyê bixwazin   Keça dayika Taybet, Şaristan Algan bi wesîleya 9’emîn salvegera dayika xwe ji ajansa me re axivî.  Şaristan Algan behsa dayka xwe kir û got: “Sala dayika min hat qetilkirin bi rastî ji bo me sala herî zorbû. Me pir êş kişandin. Li tu dewletê li tu derê tiştek wisa nehatiye jiyîn. Bifikirin cenazeya mirovekê 7 rojan li kolanê dimîne. Ev ji bo me pir zor bû. 9sal di ser komkujiyê de derbas bû. Sûcdar nehatin darizandin. Em ê li pey doza xwe bin. Em ê her tim aştiyê bixwazin.”   ‘Em  hene û em ê hebin’   Şaristan Algan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema hemû êrîşan nasnameya kurdane. Derdê wan zimanê me ye. Naxwazin em zimanê xwer bikar bînin. Em hene em ê her tim hebin. Dayika min 7 rojan li kolanê ma. Me nikaribû tiştek bikira. Ev pir zor bû. Ev êşek pir mezin e.”