Meşa Azadiyê li Dîlokê ye: Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin 2024-12-18 13:01:10   DÎLOK - "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ku bi pêşengiya DEKUP'ê dest pê kir, gihişt Dîlokê.   "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ya ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, gihişt Dîlokê.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê li Parka Yeşîlsû ya navçeya Şahînbeya Dîlokê hatin pêşwazîkirin. Piştre daxuyanî hat dayin.    'Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin'   Ayten Kordu, diyar kir ku li ser xaka Sûriyeyê êrîşeke hêzên hegemonîk heye û got, "Dewletên neteweyî ti carî li gorî berjewendiyên gelan tevnagerin. Ji ber vê yekê gel tenê bi têkoşîna xwe heye. Ev polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo ne. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de jî diyar kir ku tecrîd berdewam dike. Li Enqereyê ev paradîgmaya jiyana bi hev re ye. Avakerê paradîgmayê Birêz Ocalan e. Ger em dixwazin gel bi hev re bijîn divê em dengê xwe yê azadiyê bilind bikin. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe bilind bikin."   Armanca meşê   Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Zeynel Teke, bal kişand ser komkujiyên ku desthilatdarî li ser Kurd û Elewiyan pêk tîne û got, "Ev xak êdî naxwaze xwînê bibîne. Ji bo aştiyê pêwîstî bi têkoşînê heye."    Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Serdar Tûm, diyar kir ku tecrîd 26 sal in dewam dike, nepêkanîna biryarên DMME'yê rexne kir.   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Li aliyê din danê êvarê jî heyeta Meşa Azadiyê wê li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê bi gel û saziyên sivîl re hevdîtinê pêk bîne.