ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-30 09:00:00     * Jinên Wanê bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin dan û gotin: “Ev têrî tiştekî nake. Bi vê re her tiş biha dibe. Debar ne pêkan e.” DÎMEN HEYE   * Jin der barê qetilkirin, krîmînalîzekirin û girtina rojnamegeran de axivîn û diyar kirin ku tevî hemû tiştî çapemeniya azad rastiyan derdixe holê û banga têkoşîna hevpra kirin. DÎMEN HEYE   * Alye Işik ya 79 salî ku li Mîdyadê dijî, mînaka jinên Kurd ya li Kurdistanê dijî ye. Du kurê wê  di têoşîna qazadiyê de jiyana xwe ji dest dane, keça wê jî girtî ye. Alye Işik ku tenê dijî çavê wê li riya keça wê ye. DÎMEN HEYE   * Xebatkaara KASED’ê Kevser Akçelîk êrîşên li hember çand û zimanê Kurd nirxand û wih agot: “Ger zimanek bê redkirin wê demê nasname tê redkirin. Du sedsale nasnameya gelê Kurd tê redkirin. Mînaka vê li cîhanê tune ye.” PANORAMA   * Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hat destpêkirin de axivî û diyar kir ku ev nobeda ji bo Gelê Kurd nobeda azadî û hêviyê ye û diyar kir ku divê her kes li dora peyama ji Îmraliyê tê bibin yek. BI DÎMEN    *Berdevka Çapemeniya YPJ'ê Rûken Cemal êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku bi van êrişan dixwazin tevahiya xaka Sûriyeyê dagir bikin û der barê rojnamegerên hatin qetilkirin de jî got: "Em ê girêdanbûna xwe bi têkoşînê nîşan bidin." BI DÎMEN