Kongra Star: Em qirkirina jinan qebûl nakin 2024-12-30 13:30:45   NAVNEDA NÛÇEYAN - Kongra Star qetilkirina jinekê li bajarê Qamişloyê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku divê cezayên giran li kujer werin birîn.   Duh li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê jinek hat qetilkirin. Tevî jinên bajar, endamên Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê îro li ber Çerxerêya Sonî kom bûn û der barê qetilkirina jinê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Hisên ve hat dayîn.   Ibtîsam Hisên diyar kir ku ji ber jin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî misyon in, ev li kêfa zîhniyeta zayendperest nayê û got: “Îro di şoreşa Rojavayê Kurdistanê anku Şoreşa Jinan de destkeftiya herî girîng a ku jinan bi dest xistiye, naskirina hebûna xwe ye, ji ber ku xwe nas kiriye, di civakê de bûye xwedî îrade. Ev destkeftî bûye îlham û ji ber vê bandora wê hiştiye ku desthilatdar bilerizin.”   Ibtîsam Hisên bal kişand ser bûyera qetilkirinê û da zanîn ku di bin navê şeref, namûs, ol û zayendperestiyê de sûcên herî giran li dijî jinan dikin û wan qetil dikin .   Ibtîsam Hisên qetilkirina jinan bi tundî şermezar kir û got: “Em kuştina jinan wek kuştina jiyanê, nifşên nû û civakê bi temamî dibînin.”   Ibtîsam Hisên bang li aliyên peywendîdar kir ku kujerên jinan bi giranî ceza bikin û wiha dewam kir: “Em wek tevgera jinan siyasetên qirkirin û tunekirina jinan tu carî qebûl nakin, em ê li hemberî van sûcan li ser pêyan bin. Em ê bi perwerde û birêxistinbûyînê azadiya jinan misoger bikin. Em ê hemû jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Çerkes û hwd ên li Kurdistan, Sûriyeyê û cîhanê azad bikin.”   Daxuyanî bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.