'Em ê li dijî êrişan her li ser piya bin' 2024-12-30 14:45:43     Mîdye Miqted   HELEB - Bi dirûşmeya "Bi yekitiya jinên Sûrî wê felsefeya Jin Jiyan azadî misoger bikin" Kongra Star a bajarê Helebê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û bi taybet yên li ser jinan şermezar kir. Jinên taxa Şêx Meqsûd ên tevli meşê bûn wiha gotin "Dewleta Tirk yekser di êrîşên xwe de jinan dike hedef lê yên ku bersiva dagirkerî û dewleta Tirk bidin jin in."   Bi dirûşmeya "Bi yekitiya jinên Sûrî wê felsefeya Jin Jiyan azadî misoger bikin" Kongra Star a bajarê Helebê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û bi taybet yên li ser jinan şermezar kir. Jinên taxa Şêx Meqsûd ên tevli meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman.    'Em êrîşan bi tund şermezar dikin'   Endama Kongra Star a bajarê Helebê, Zeyneb Ehmed bertek nîşanî êrişan dan û gotin:"Hem dewleta Tirk hem jî bi rêka çeteyên xwe êrîşê herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di serî de jinan dike hedefa xwe. Em jî weke rêxistina Kongra Star piştgiriya hemû jinan dikin. Di van demên dawî de jin di Sûriyeyê de bi hemû cureyan tên qetilkirin û tên îşkencekirin. Em jî wan îşkence û kiryarên derveyî mirovahiyê yên derheqê jinan de tê kirin hemûyan şermezar dikin."   'Bi yekîtiya jinan dewleta Tirk têk bibin'   Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Ehmed wiha got:"Dewleta Tirk her carê jinê dike hedefa xwe lê yên ku tola wan jinan hildigirin û xwedî li wan derdikevin Yekineyên Parastina Jin in. Ne em bi hêza xwe hene em ê her li ser piya bin. Em ê nehêlin dewleta Tirk bigihêje armanca xwe. Bi yekîtiyan jinan em ê dewleta Tirk têk bibin."   'Baweriya me hêza me ye'   Di heman demê de Fatme Hesen jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Em bi navê Kongra Star ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketine qadan. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yekser jinê dike hedef. Em  jî van êrîşan napejirînin. Îro hêza me diparêze baweriya me ye."   'Em ê li dijî êrişan her li ser piya bin'   Di dawiya axaftina xwe de Fatme Hesen got:" Em ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bidin berdewam kirin. Li hember êrîşên dewleta Tirk a domdar em ê terka têkoşîna xwe nekin. Em ê her li qada bin heya ku em nehêlibin ku dewleta Tirk bigihêje armanca xwe. Em ê li dijî êrişan her li ser piya bin. "