'Girtina Kampanya Gizingî Berbeyan biryarek siyasî ye' 2025-01-02 12:52:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, Diyarî Mihemed di derbarê girtina Kompanya Gizingî Berbeyan de got: “Girtina Kompanya Gizingî Berbeyan biryarek siyasî ye û ti peywendiya wê bi biryara Encûmena Dadweriya Iraqê ya ji bo girtina her sê partiyên din ve nîne.”   Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed têkildarî girtina Kompanya Gizingî Berbeyan ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat girtin de ji çapemeniyê re axivî û got: “Girtina Kompanya Gizingî Berbeyan biryarek siyasiye. Ti peywendiya xwe bi biryara Encûmena Dadweriya Iraqê ya ji bo girtina her sê partiyên din ve nîne.”   Diyarî Mihemed diyarkir ku Kompanya Gizingî Berbeyan di sala 2017’an ve destûra fermî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye û ji sala 2018’an ve jî karê xwe dike.   Di dewamê de Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed eşkere kir ku par di meha Gulanê de Kompanya Gizingî Berbeyan destûra xwe nû kiriye û ti pirsgirêkek wê ya siyasî nebû. Mihemed got: “Lê di dawiya salê de em hatin agahdarkirin ku ji aliyê Encûmena Dadwerî ya Iraqê ve biryara rawestandina karên wê hatiye dayîn. Wek Navenda Metro em dibêjin ev biryarek siyasiye. Armanca wê li Herêma Kurdistanê sinordarkirina karên medyayi ye.”   Diyarî Mihemed xwest dema ku astengî li pêş karên kompanyek medyayî yan jî rojnamevanek tê derxistin, ji aliyê rojnamevan û saziyên çapemeniyê ve helwestek hevbeş bê nîşandan.   Di dawiyê de jî Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed got: “Em wek Navenda Metro daxwaza zelalkirinek zêdetir dikin ku gelo sedemê girtin yan jî rawestandina karên Kompanya Gizingî Berbeyan çiye û çawan hatiye kirin.”