Li ser sînor daxuyanî: Bila cenazan radestî malbatan bikin 2025-01-08 15:30:14     MÊRDÎN - Di çalakiya nobedê ya ku di roja 27'an de li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, daxuyanî hat dayîn.    Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo - Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 27’an de didome. Girseya ku ji saetên sibehê ve li herêmê kom bû bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û govendên çalakiya nobedê berdewam kir.    Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrdînê û zarokên Mûsa Anter Dîcle û Rahşan Anter çûn qada nobetê, nobedê bi sitranên dengbêjan dewam kir.    Piştî ku armanca çalakiya ji ziyaretvanan re hat gotin  parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî derbarê rojevê de nirxandin kir.     Piştî ku mêvan û çalakger hatin cem hev, li dijî êrîşên girseyî daxuyanî hatin dayîn. Kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qetilkirin, hatin birin.    'Ew zarokên vê axê ne'   Hevseroka MEBYA-DER a Mêrdînê Gurbet Tekîn jî got, “Ji bo bidawîkirina vî şerî em li cem gelê Rojava ne. Bila hêsirên dayikan neherikin. Ji bo rûmeta mirovahiyê şer tê kirin. Sîstema ku îro li wir hatiye avakirin ji hemû cîhanê re dibe mînak. Lêbelê yên ku nikarin vê pergalê tehemûl bikin hene. Ev şer kêrî tu kesî nayê. Bila ev şer bi dawî bibe. Heyeta me çû Girtîgeha Girava Îmraliyê û birêz Abdullah Ocalan li wir ziyaret kir. Niha danûstandinên siyasî tên kirin, em nizanin dê ber bi çi ve biçe. Wek hûn jî dizanin li Rojava 2 hevalên me yên rojnameger hatin qetilkirin. Ew dengê me bûn û ji ber wê jî bûn hedef. Malbatan ji bo cenazeyên xwe ji deriyê sînor ê Sêmelka bigirin xwestin biçin Başûrê Kurdistanê. Lê belê ev 3 roj in li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestandin. Ev pêkanîneke dijmirovî  ye. Ev jî li dijî Îslamê ye. Naxwazin wacibeyên olî jî bên bicihanîn. Mafê her kesî heye ku were definkirin. Ew zarokên vê xakê ne û divê li vir bên definkirin. Divê demildest cenaze radestî malbatan bên kirin. Divê îşkenceya li ser malbatan bi dawî bibe."   'Divê cenazeyên hevalên me radestî malbatên bên kirin'   Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan axivî û got, “Ne tenê dayikên Kurd, Tirk jî divê bi me re aştiyê bixwazin. Zarokên dayikan hinek li bin erdê ne, hinek jî di girtîgehê de ne, lê tevî vê yekê jî dev ji gotina 'aştiyê' bernadin. Li her derê behsa wekheviyê dikin. Wekhevî ji bo yek netew tê sepandin ne ji bo kurdan.  Kurd êdî ne wek berê ne. Gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kir. Lê belê em dizanin yên ku destekê didin DAIŞ’ê kî ne. DYA’yê kesên ku Kobanê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin li qesrê kirin mêvan. Hemû cîhan dibêje ku divê hebûn û statûya kurdan li Sûriyê bê qebûlkirin, lê Tirkiye vê yekê paşguh dike. Hevalên me ji bo wergirtina cenazeyan 2 roj in li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi gotina 'sîtem nîne' tên rawestandi. Ev nayê qebûlkirin. Divê demildest cenazeyên hevalên me radestî malbatên wan bên kirin. Tu kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire."   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.