Têkildarê salvegera komkujiya Parîsê li Qamişlo meşa girseyî 2025-01-09 15:02:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên ji bajarê Qamişloyê di salvegera komkujiya Parîsê de daketin qadan û meşiyan.   Jinên bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna her sê têkoşeran şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ji pêş Çerxerêya Osman Sebrî meşekê lidar xistin. Meş ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin.   Di meşê de dirûşmên mîna "Jin Jiyan Azadî", “Bimire faşîzm”, “Bimre Îxanet” û “Na Ji Îxanetê Re” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de alên Kongra Star her wiha wêneyên Sakîne Cansizê, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan hatibûn hiladan.   Meş heta çarxeriya Şehîd Rûbar a bajarê Qamişloyê dewam kir û li vir veguherî mitîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşê, li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl axivî.    Şaha Xelîl da zanîn ku îro roja têkoşînê ye, ji ber ku ev roj roja şehadeta Şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan e û wiha pêde çû: “Şehîd Sakîne Cansiz yek ji damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistan bû. Dijmin jî ji bo ku vê têkoşênê têk bibe Rêheval Sakîne Cansiz û rêhevalên Sakîne bi komkujiyekê li Parîsê şehîd xistin. Her wiha pirojeya ku niha di nav me de tê meşandin bersiva herî xurt ji dijmin re ye. Îradeya me wê her serkeve û wê teknîka giran a dijmin bi îradeya me têk here. Bi şerê gelê şoreşgerî em ê tola şehîdên xew derkevin û doza şehîdan pêk bînin. Di dawî de em dibêjin wê ti carî çareserî çênebe heta ku Rêberê me fîzîkî ji zindanê dernekeve.”   Piştre jî ji Koordînasyona Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya El Yûsif da zanîn ku ew ê li pişt şervanên xwe bin û li hember her cûreyên şer serî hildin û got: “Em destpêkê dibêjin ku şerhîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan wê ji me re bibin çirûska azadiyê. Her wiha em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û sivîlan şermezar dikin. di heman demê de em ê her dem têkoşîn bikin û jiyanek bê welat em ê jiyan nekin.”