Xizmên windayan li 3 bajaran li aqûbeta windayên xwe pirsîn 2025-01-18 16:00:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlih, Colemêrg û Îzmîrê, ÎHD û xizmên windayan hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.    Li Êlih, Colemêrg û Îzmîrê, xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" vê hefteyê jî domandin.     Êlih    Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 668'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê û rêveberên şaxên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewrêşa Şaristaniyan re (MEBYA-DER) beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de, li kiryarên Hrant Dînk ê ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin, hatin pirsîn. Çîroka qetilkirina Dînk ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Melek Atalayê ve hat xwendin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 158'an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Gelek kes û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'an de li Geverê hat binçavkirin û windakirin, pirsîn. Çîroka Canan ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Îzmîr    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka Kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankartên “Winda wijdan in, li wan xwedî derkevin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ên ku di 10'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin, hat pirsin.    Zîlan Gumuş destnîşan kir ku wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan, divê dewlet bi sûcên ku hatine kirin re hevrû bibe û li aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin.