Li Êlihê êriş û tayinkirina qeyûman hat şermezarkirin 2025-01-29 14:45:31     ÊLIH - Li Êlihê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê hatin protestokirin.   Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê li Êlihê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Di daxuyaniya li ber avahiya DBP'ê ya bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de pankartên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" û "Li dijî darbeya qeyûman gel di nava berxwedanê de ye" hatin vekirin.   Hevseroka bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Tişrînê ax û ava xwe diparêze her roj rastî êrîşan tên, şanoger, rojnameger û sivîl tên qetilkirin. Songul Korkmaz, anî ziman ku ew ê vê rewşê qebûl nekin û got, "Em ê parastina Rojava bidomînin." Songul Korkmaz a ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Sêrtê jî da diyar kir ku îro careke din qeyûm li ser vîna gel hatiye tayînkirin. Songul Korkmaz, anî ziman ku ew ê van kiryarên dijhiqûqî nas nekin û got, "Divê her kes piştgiriyê bide vîna sindoqan. Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din êrîşan pêk tînin. Em ê qeyûm nas nekin."   'Divê ev agir me hemûyan xemgîn bike'   Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesut Tekik bi bîr xist ku li Tişrînê di demeke ku lêgerînên aştiyê dihatin kirin de sivîl hedef hatin girtin. Mustafa Tekik, anî ziman ku ji ber êrîşan ew bi giranî birîndar bûne û wiha got: "Divê ev agir me hemûyan xemgîn bike, dilê me hemûyan bişewitîne. Divê em ji dil li dijî vê derkevin. Em van qetlîaman li her derê Tişrînê protesto dikin"   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e qeyûm talan e" bi dawî bû.