Kongra Star: Em pergala ku serçete pêşengtî dikin qebûl nakin 2025-01-31 13:07:46        NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyekê beşdarbûna kujerên Hevrîn Xelef di kongreya li Şamê de bi tundî şermezar kir û diyar kir “Em sîstemeke ku serçete pêşengiya wê dikin, qebûl nakin."   Kongra Star der barê beşdarbûna rêberê rêxistina cîhadîst ê bi navê “Ebû Hatim Şeqra” anku kujerê seroka berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di merasîmê serokkomariya Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna sazî û rêxistinên jinan li herêmê, jin û endamên Kongra Star ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat dayîn.   Rîhan Loqo diyar kir ku ji dîroka kevnar heta roja îro jinan li hember hişmendiya zayendperest, olperest û neteweperest, ji bo parastina destekeftiyên şoreşa jinan, hebûn û nasnameya xwe di her qadê de têkoşîn dane meşandin û got: "Jinan li beramberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ`ê berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Lewma her ku asta têkoşîn, xebata jin, projeya şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' berfireh dibe, em dibînin dagirkeran li ser herêma me zêdetir dibin. Tê xuyakirin ku ew naxwazin projeya ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya wê dikin, bi ser bikeve û bibe ji bo giştî cîhanê.”   'Dengên wan tune bikin'   Rîhan Loqo bal kişand ser hilweşîna rejîma Baasê û da zanîn ku ew bi berxwedana gelan hatiye hilweşandin û hilweşîna wê wekî mizgîniyekê bû ji bo tevahî gelên li Sûriyeyê û wiha dewam kir: “Me dît dema HTŞ`ê çawa derbasî bajarê Heleb, Himis, Şam û Laziqiyê bû, rojane bi ser hebûna jina, nasname, ziman, şoreş û dîroka jinan biryaran digire. Tê diyarkirin ku ew li dijî îradeya azad a jinan e, dixwazin ser û çavên jinan girê bidin û dengên wan tune bikin.”   'Em van kiryar û kombûnê şermezar dikin'   Rîhan Loqo destnîşan kir ku di bin navê `serkeftinê` de HTŞ`ê li Şamê kongre li dar xistin, di kongreyê de hişmendiya olperest, nîjadperest û neteweperest diyar bû û wiha pê de çû: “Bi vê gavê dixwazin bi ser îradeya jina azad bi awayeke mêrperest Sûriyeyê ava bikin, di kongre de yek rengê jinan tune bû; li aliyeke din serçeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker weke Ebû Hatim Şeqra kujerê jinan, civaka sivîl û pêşenga şoreşa me siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef li kongreyê amade bû. Hevrîn Xelef ji bo avakirina Sûriyeyeke demokrat, wekhev, aştiyane û bi edalet pêşengî dikir, qatilê wê li paytexta Sûriyeyê rûniştî bû, em van kiryar û kombûnê şermezar dikin. Em qebûl nakin kujerên jinan di cihê biryarê de cih bigirin. Ne tenê ew serçete hevlê wî jî yê bi navê Ebû Emşa ku gelek komkujî li Efrînê pêk anîn.”   'Cihê wan radestkirina dadgehê ye'   Rîhan Loqo da zanîn ku tevî ku kujerê welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser asta navneteweyî di lîsteya terorê de ne, li kongreya li Şamê peyamên serkeftinê dixwînin. Ev yek ji bo wan nayê qebûl kirin û got: “Em sîstemekê ku serçete pêşengtiya wê dikin, qebûl nakin. Divê li beramberî biryarên ku ji Şamê derdikevin bêdengî çê nebe, doza hevala me Hevrîn Xelef, kiryarên ku li Efrîn tên kirin û doz ku van kesan li Heleb û Şamê pêk aniye, di asta navneteweyî de bi awayeke xurt û lez werin vekirin. Pêwîste ev kes radestî dadgeha bilind a navneteweyî bên kirin, cihê wan ne birêvebirina Sûriyeyê ye, cihê wan radestkirina dadgehê ye.”   Daxuyanî bi sloganên “Na ji kujerên jinan re” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.