ROJEVA 7'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-07 09:00:00     *Tevgera Gundiyên Bêax ya li Latîn Amerîkayê, bi taybet li ser MST ya Brezîlyayê (MovimentodosTrabalhadoresRurais Sem Terra) mînaka şênber ava dike. MS, di 1984’an de li Brezîlyayê li ser daxwaza reforma axê û edaleta civakî hat avakirin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Aktîvîsta Kenyayê Njerî Mwangî der barê komploya 15’ê Sibatê de axivî û got: “Têkoşîna Kurd hêviya siyaseta cîhanê ye. Reqabeta netew dewletan Birêz Ocalan di bloka emperyalîst de dike tehîdek mezin. Azadiya Abdullah Ocalan ferz e.” DOSYA   *Li gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kir, cezayê muebeta ku hatibû birîn ji aliyê dadgeriyê ve hatibû xerakirin. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku dadgerî ji bo vê biryarê bide sekiniye ku dem derbas bibe û gotin ew vê biryarê nas nakin. DÎMEN HEYE   *Ji Wargeha Mexmûrê Helîm Îşlek û Helîm Gundikremo, diyar kirin ku piştevaniya berxwedana Bendava Tişrînê dikin û gotin: "Di bin bombebaranê de xwedî li jiyan, ax û ava xwe derdikevin. Mirin be em bi we re ne, jiyan be jî em bi we re ne. Li Bakur, Başûr Rojhilat û Rojava hemû kurd yek in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Sebahat Erdogan Saritaş der barê tayînikirina qeyûman û êrîşên li hember Rojava nirxandin kir wiha got: “Nikarin îradeya me teslîm bigirin, Rojava testa samimiyetê ye.” DÎMEN HEYE   * Dayika Aştiyê Sabîha Bozan da zanîn ku aştiya civakî bi yek alî ne pêkane û divê desthilatdarî gavên şênber bavêje û got: “Aştiyeke bê lîstik, bê hîle û li ser rastiyan hatiye avakirin pêwist e. Bi xapandin, êrîşan, qetilkirinê aştî ne pêkan e.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray derbarê "Mîtînga Azadiyê" ya wê 8’ê Sibatê de li Amedê li Qada Îstasyonê pêk bê bang li jinan kir û got got: “Werin em bi hev re dawî li şer bînin. Em bihev re bibin deng û bi tiliyên xwe bêjin ‘jin jiyan azadî’.” BI DÎMEN