Tîma Jinan bû şampîyon 2025-02-07 09:46:17       AMED - Tîma Basketbolê ya U14 ya Jinan a Klûba Werzîşê ya Şaredariya Oz Kayapınar Sporê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, di Şampîyoneya Herêmê ya Basketbolê ya Jinan a U14’ê de ku di navbera 4 û 6’ê Sibatê de li Xarpêtê hatibû lidarxistin, hemû reqîbên xwe têk bir û wekî şampîyonê qet têk neçûye, serkeftineke mezin bi dest xist.   Bi vê serkeftina mezin re Tîma Basketbolê ya U14 ya Jinan a Klûba Werzîşê ya Şaredariya Oz Kayapınar Sporê wê tevlî Şampîyoneya Anadolûyê ya Nîvfînala Tirkiyeyê ku di navbera 10-14’ê Adarê bibe û li wir wê Amedê temsîl bike.