Li dijî kesên ne ‘makul’ tehdîd: Vegerandin! 2025-02-10 09:03:30   STENBOL - Parêzer Ruken Kalin a OHD’yî der barê pirsgirêkên ku penaber dijîn de axivî û got: “Jinên li gorî sînorên makul tevnagerin bi tehdîda vegerandinê re tên rû hev.”   Desthilatdarî polîtîkayên şer dimeşîninin û gel neçarî koçberkirinê dikin. Bêguman yên ku herî zêde ji şer bandor dibin jin in. Jinên ji ber şer koçber dibin û di riyan de bi gelek binpêkirinan re tên rû hev, li cihên bi cih dibin jî ji zextan xilas nabin. Endama Komîsyona Penaberan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ruken Kalin der barê tiştên ku penaber dijîn de nirxandin kir.   ‘Yên herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in’   Ruken Kalin diyar kir ku şer herî zêde zirarê dide jin û zaokan û ji ber şer di riyên koçberiyê de gelek tundî û zextan dibînin. Ruken Kalin wiha got: “ Penaberên tên Tirkiyeyê bi taybet ên ji Rojhilata Navîn tên, ji ber şerha erdnîgarî ya Tirkiyeyê xistiye Peymana Cenevreyê mirov nabin xwedî mafê starbûnê û statuya penaberiyê bidest naxin. Statu wek parastina demkî derbas dibin. Ev di şertên giran de tên jiyîn.Tevî îfade nayên girtin belgeyên fermî tên xwestin. Kesên van belgeyan nikarin kom bikin nikarin xwe bigihînin parastinên demkî. Ger bibûna xwedî van stutuyan wê ji mafê perwerde û tenduristiyê fêde bigirtana. Lê nikarin fêdeyê bigirin.”   Li hember penaberên jin tehdîda vegerandinê   Ruken Kalin daxuyakirin ku penaber ji tirsa dersînorkirinê nikarin derkevin derve û wiha got: “Di karên erzan û şertên xerab de dixebitin. Zarok di atolyeyan de dixebitin. Zarokên karker di şertên giran de dixebitin û pir caran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Jinên li gorî sînorên makul tevnagerin jî bi tehdîda vegerandinê re tên rû hev.”   ‘Bêcezahiştin li her qadê ye’   Ruken Kalin, bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê ya li hember destdirêjî û îşkenceya li Navenda Starbûna Demkî ya Harranê û wiha got: “Polîtîkaya hikûmetê ya bêcezakirinê di her aliyê jiyana me de heye. Ev polîtîkaya bêcezakirinê bi şêweyê herî giran li dijî koçberan tê meşandin. Mixabin şîdeta zayendî li Harranê ne ya yekem e. Berê jî li Wanê qewimîbû. Jineke penaber a li Wanê îdia kir ku ji aliyê 3 peywirdarên navenda vegerandinê ve destdirêjî lê hatiye kirin. Her cure nîşaneyên destdirêjiyê hebûn, lê ji wan kesan tenê yek hat naskirin. Herduyên din nehatin naskirin. Di rewşeke ku tê îddîakirin 3 kes tevlî bûne de, mînakên DNA'yê ji bedena jinê nehatine girtin. Li vir nimûneyên DNA yên ku ji neynûkên tiliyan têne girtin hene. Di dosyayê de gelek kêmasî hebûn. Di berhevkirina delîlan de kêmasî hebûn. Di cezayên giran de gelek faktorên giran jî nehatin sepandin. Ez difikirim ku ew bi rastî tundûtûjiyê wekî armanc li navendên rûniştina demkî û navendên vegerê bikar tînin. Ez hest dikim ku ew mirovan li wir kom dikin da ku tundiyê bikin.”   Têkiliya di navbeta Tirkiye û çeteyan de   Ruken Kalin wiha dirêjî dayê: “Kesên li van navendan û yên girtiyên Sûriyeyî bi tehdîda wê bidin destê çeteyên DAIŞ’ê tên tehdîdkirin. Ger ev yek tenê yek carî bûya, em dikarin wê wekî xeletiyek, bêhişmendî yan xeletiyekê bihesibînin, lê ev rewşek berdewam e. Ez mînakekê didim. Divê Tirkiye êdî pêşbîniyê bike ku deriyê sînor ê Sûriyê ji aliyê çeteyan ve tê birêvebirin. Ji ber ku ev tişt her tim tê kirin, lê eger dîsa jî penaber ji wî deriyî bên berdan, em dibînin ku li vir nakokiya berjewendiyan a Tirkiyeyê jî heye.”   Ruken Kalin her wiha daxuyakirin ku mekanîzmanyên navneteweyî jî di alî parastina maf û jiyana penaberan de peywira xwe naynin cih. Ruken Kalin her wiha balkişand ser pergala darazê ya li Tirkiyeyê ku çawa nêzî penaberan dibin û bi lêv kir ku divê bêyî penaber ji kîjan welatî hatine, li ser mafê mirovan edalet pêk bê û her kes xwe bigihîne van mafan. Komîsyona Penaberan   Ruken Kalin di dawiyê de wiha anî ziman: “Weke OHD Komîsyona Koçberî û Penaberan heye. Em hem di warê koçberiya navxweyî û hem jî di warê koçberiya derve de dixebitin. Qada me ya sereke ya lêkolînê ev e ku çima ev kes ber bi koçberiyê ve têne avêtin. Piştevaniya me ya qanûnî piştî paşvexistina Çemê Merîçê heye. Ji Rojava muwekîlên me yên girtî hene. Ji xeynî vê, em li ser biyaniyên ku cudakarî li wan tên kirin  bi nijadperestî û gotinên nefretê rû bi rû hatine, lêkolînekê dikin.”